Bomberdûman û şerê li Şirnexê dewam dike

Hêzen dewleta Tirk bi tank, top û obusan heta ber destê sibehê taxên Şirnexê bombe kirin. Li taxên berxwedanê di navbera hêzên rejîma Tirk û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime.

Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk di roja 35. de ye. Şer û bomberdûmanê duh bi şev heta danê sibehê dewam kir. Ji êvarê û pê ve bi tank, top û obusan taxa Bahçelîevler bênavber tê bombekirin. Ji ber vê êrîşê şewat bi gelek malan ket. Hêzên dewleta Tirk di dema bomberdûmanê de hewl dan bikevin nava taxê. Li ser bersiva endamên YPS/YPS Jinê şerekî dijwar qewimî.

Li ser encama vî şerî hînê agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Li aliyê din, ji Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogurt heta 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor, hêzên dewleta Tirk bi doçkayên li ser girên jorî bajêr bênavber gule li taxên Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa reşandin.

LI 4 TAXAN ŞEREKÎ DIJWAR DIQEWIME

Li taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Dîcleyê ku 25 roj in şer lê giran e, bomberdûman dewam dike. Li derdora van her du taxan şerekî dijwar diqewime.

Li taxên xwerêveberiyê yên bi rojan bûne hedefa bomberdûmanê, bi sedan mal û kargeh bi erdê re bûn yek.

Tevî van taxên berxwedana xweparastinê, li taxên Gundogdû, Tekser û Vakifkentê jî şer diqewime.

BALAFIRÊN KEŞFÊ YÊN BÊMIROV DIGERIN

Ji danê êvarê heta ber destê sibehê balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopter geriyan.

Wekî din liv û tevgera ambûlansan a di navbera Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor, dewam dike.