Li Farqînê birayên şivan dan ber bombeyan
Piştî li Farqînê derketina derve hate qedexekirin, 3 birayên ku li herêmê pezê xwe diçêrandin, di bin êrîşa Qereqola Şevlera ya bi hewanan de man. Di êrîşa hewanan de ji mirinê filitîn.
Piştî li Farqînê derketina derve hate qedexekirin, 3 birayên ku li herêmê pezê xwe diçêrandin, di bin êrîşa Qereqola Şevlera ya bi hewanan de man. Di êrîşa hewanan de ji mirinê filitîn.
Piştî li Farqînê derketina derve hate qedexekirin, 3 birayên ku li herêmê pezê xwe diçêrandin, di bin êrîşa Qereqola Şevlera de man. Di êrîşa hewanan de ji mirinê filitîn. Recep Açik der barê bûyerê de agahî da û ev tişt got: "Axa me, mal û herêma me li me hatiye qedexekirin."
Malbata Açik a li bajaroka Mala Gir a girêdayî gundê Hindesê ya navçeya Farqîna Amedê dimînin, 3 zarokên wan ên ku li herêmê şivantiyê dikin, ji hêla Qereqola Şevlera ve rastî êrîşa bi hewanan hatin. Di saetên serê sibehê de herêma Şêlima û Hidesê ji hêla leşkeran ve hate qedexekirin. Welatiyên bi navê Recep, Îshak û Mahsum Açik ên ji qedexeyê ne agahdar in û li heremê pezên xwe diçêrandin, di êrîşa hewanên leşkerên Tirk de ji mirinê filitîn.
Açik ên ji mirinê filitin der barê bûyerê de ev tişt got: "Di saetên nîvro de li herêmê tevgera heronan hebû. Me jî sewalên xwe rakirin gomê û ketin ser rêya Hindesê. Di rê de di ser me de top barandin. Me xwe bi zorê rizgar kir."
Açik eşkere kir ku tenê karê wan xwedîkirina sewalan e, lê ji ber êrîş û qedexeyên dewleta Tirk ew nikarin êdi sewalên xwe jî xwedî bikin.