ANALÎZ

Li dijî faşîzmê têkoşîna giştî -Selahattîn Erdem

"Divê em li dijî faşîzmê, rêbazên têkoşînê bi berfirehî baxivin, têkoşîna berî niha binirxînin, bi rêbazên nû, bi amûr û alavên nû têkoşînê bi hêz û xurt bikin."

Desthilatdariya AKPê, bi zihniyeta xwe faşîst e. Bi vê mebestê,  Tayyîp Erdogan û Ahmet Davûtoglû li gorî rêbazên faşîzan tevdigerin û pêdiviyên faşîzmê pêk tînin.  Bi faşîzmê re lihevhatin çênabe. Li hemberî faşîzmê têkoşîn tê kirin û faşîzm tê berterefkirin. Faşîzma AKPê,di heman demê de faşîzma Netew-Dewletê ye.  Faşîzma Netew-Dewletê,  tê wateya êrîşa giştî ya şerê taybet. Lewra pêwiste, li dijî faşîzma şerê taybet, têkoşîna giştî, hevreyî  û dijwar çêbibe. Divê li hemberî faşîzma AKPê, berxwedanek giştî, şoreşger û demokratîk werê lidarxistin.

Ji bo têkoşîn û berxwedana li dijî faşîzmê were pêşxistin, berî her tiştî divê, ji sîstema ku faşîzm derxistiya holê dûrketin û qutbûn çêbibe. Eger dûtketin û qutbûn ji çavkaniyên ku faşîzm derxistiye holê çênebe, berxwedan û  têkoşînek serketî çênabe. Lewaziya herî ciddî ya îro li hemberî faşîzma AKPê ji vir tê. Hinek kes û derdor dixwazin bêyî ji çavkaniya ku faşîzm derxistiye holê dûr bikevin û  bi lihevhatinê têkoşîna li dijî faşîzmê bikin. Ev rêbaz jî têkoşînê serketî nake. Ev yek, ji êrîşên Erdoganê ku dixwaze diktatoriya xwe îlan bike re zeminê amade dike.

Li aliyê din, Faşîzm tê wateya êrîşên giştî. Faşîzma netew-dewlet jî  tê wateya şerê faşîzan yê  taybet. Ji bo têkoşîna li dijî faşîzma Tayyip Erdogan  û AKP li Tirkiyê serketinê bidestbixe, divê bi beşdariya tevahiya eniyên antîfaşîst, demokratîk, aştîxwaz eniyek werê avakirin û têkoşînek bi hêz ya yekgirtî werê dest pê kirin. Divê di vê têkoşînê de, amur û alav, armanc û hêzên biçûk û mezin bêy kû ferq û cûdahiyekê, teva dinava dilsoziyek yekgirtî de têkoşînê bikin.  Divê baweriyek wiha werê pêxistin ku faşîzm bi her rengên têkoşîna hevkarî û yekîtiyek  xurt û bi hêz de, dikare di demeke zû de têk biçe.

Di têkoşîna li dijî faşîzma AKPê de lewaziya herî girîng jî di vir de derdikeve holê. Yani, têkoşînek hevgirtî û giştî ya li dijî faşîzma  AKPê nîne.  Ji gelek aliyan ve parçebûyî ye, ji hev qut e, bê rêxistinî ye û bê reveberî ye. Wek Mînak: dema li Kurdistanê têkoşîn dibe û dewam dike, gelên li Tirkiyê rûniştî ne û bêdeng in an jî berevajî vê tê raber kirin.

Dîsa di berxwedana siyasi, eskerî û li zindanan de têkoşîn bi awayekî hemdem û hevreyî nayê kirin û lewaziya kordinasyonê heye. Hinek ji rêbazên tekoşîna li dijî faşîzmê watedar, hinek jî bê wate têne dîtin. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî faşîzma AKPê serketî nabe. Derfetan didine  AKPê ku derewam bike,  demogoji bike û serketinek ne rast bi her kesî bidê qebûl kirin.

Desthilatdariya AKPê, îro li Kurdistanê de komkujiyek vekirî û li ber çavên her kesî dike. Gotinên Tayyip Erdogan: "Yan wê serî bitewînin, yan jî wê serî bidin",tên wateya; Yan teslimiyet û qirkirina çandî, yan jî di aliyê fizîkî de tinekirina neteweya Kurd e. Mirovê ku li ser kursiya serokkomartiyê rûniştiye, ji bilî rêya tunekirin û kuştinê, ti rêyên din ên jiyanê nîşanê Kurdan nade. Wê demê ji bo hebûn û jiyanê, pêdivî bi têkoşîn û berxwedana li dijî vê zihniyetê heye.

Başe wê têkoşîn û berxwedana mijara gotinê çawa pêk were? Eger êrîşên qirkirinê giştî be, divê li diji vê berxwedan û tekoşîna Rêveberiyên herêmî jî bi giştî be. Li çiyê, li deştê, li gund û bajaran, li newalan, bi şev û bi roj divê têkoşîn û berxwedan  hebe û ev berxwedan bibe gelemperi û bi hevre bimeşe. Ji derveyî beşeke piçûk a xulam û xayînan, divê tevahiya gelan û eniyên civakan tevlî vê têkoşîn û berxwedanê bibin. Bi hev re têkoşîn,wê li dijî faşîzma kujer encamê jî bide.

Bêguman tevî kû rastî wisa ye jî, hinek kes û derdorên ji vê rastiyê bawer nakin, fêm nakin anjî helwestên ku tekoşîneke dijber pêknaynin nîşan didin. Kes û derdorên ku berpirsyariyê nagirin, xwe ji zor û zehmetiyên tekoşînê dûr dixin, barê têkoşîn û berxwedanê davêjêne ser milê beşekî ji civakê, weke helwest xwe didin der.Dîsa Berxwedan û têkoşîna kû mijara gotinê ye, li Kurdistanê  bi sînor dibe, nikare belavê bajar û metopolên li Tirkiyeyê bibe. Lewra şerê taybet berfireh dibe, û komkujiyên li Pirsus û Enqerê hêdî hêdî li tevahiya Tirkiyê belav dikin û piştevanî û eleqeya civaka Tirkiyeyê jibo tekoşîna Kurdan bi şîddetê tê asteng kirin.

Li Kurdistanê jî têkoşîn û berxwedana xweseriyê bihevre nameşe û parçekirî ye. Ji derveyê çend bajaran cîhên din, li beramberê vê tekoşînê, xwe kerr  kirine û bêdeng in. Mînak, di vê zivistanê de dema Silopya,Cizir û Sûrê liberxwe didan,bajarên din tênê temaşe kirin e. Niha jî têkoşîn û berxwedan li Nisêbîn, Gever û Şirnexê pêşdikeve, lê bajarên din bêdeng in.Dema bajar liberxwe didin,cîhên bejahî anjî gûnd radiwestin, berevajî  vê, dema cîhên bejahî liberxwe didin,bajar bêdeng dimînin.Dîsa tekoşîna Gerilla,hêzên parastinên cewherî û berxwedana gel a li wan bajar û navçeyan de di heman demê de û bi hevre pêknayin. Jiber vê jî jibo serkeftinê, divê li diji faşîzmê ev helwest û sekna perçe, perçe were derbaskirin.

Ev jî dide xuya kirin ku li tevahiyia Kurdistan û Tirkiyê têkoşîn û berxwedana giştî jiber van sedeman pêk nayên. Ji sala  1984an heya niha li Kurdistanê li dijî faşîzmê  têkoşînek bi qehremanî hate dayin. Lê têkoşînek wiha li Tirkiyê ne hate pêşxistin. Wajî vê, di Berxwedana Gezî ya 2013’an de, li Bakurê Kurdistanê zêde deng veneda û lewaz maye. Her mîna vê, li dijî  gelê Kurd dema faşîzma AKPê, di  24 Tîrmehê 2015an de şer da destpêkirin û li beramberê vê jî  kurdan bi têkoşîn û berxwedana demokratik bersiv dan êrîşên AKPê, li aliyê Tirkiyê bêdeng dimîne anjî di xwedî derketinê de  lewaz e. Wekî ku Tevgera yekbuyî a Gelan jî eşkere kirî;li Kurdistanê de têkbirina berxwedana rêveberiyên herêmî, tê wateya têkbirina tevahiya nirxên demokratik û hêzên demokratîk yên Tirkiyê.Lewma divê ti kes rê nede encamekî wiha û xwedan helwest û di nava çalakiyan de bin.

Divê mirov têkoşîna li dijî faşîzmê biçûk û mezin, girîng û negirîng ji hev cûda neke. Têkoşîna li dijî faşîzmê ger ku giştî be,  di nava vê têkoşînê d e her cûre  berxwedan baş e û wê bibe bingeha têkbirina faşîzmê.  Ji têkoşîn û berxwedana herî bi hêz ya gerila û heta bi têkoşîn û berxwedana gel ya demokratîk, teva  têkoşîna li dijî faşîzmê ne, divê bi awayekî berfireh û li tevahiya Tirkiyê werin bikaranîn.Ev têkoşînên ku  wek ji hev cûda tên xuya kirin hev temam dikin.Bi tenê yek ji van tekoşînan, cîhê ya din nadagir e, lewma divê, li cîh û dema wê de tevahiya rê û rêbazên tekoşînê werin bikaranîn.

Têkoşîn û berxwedana  giştî ya li dijî  faşîzmê de, divê heta dawiyê bê rewestand li dijî faşîzmê şer bikin. Divê yek enî paş de gavê navêje û nebêje; ev enî  êdî sudê nade û çeperên xwe bernedin. Ji hilbijartinên 7ê Hezîranê û vir ve, hevkariya  AKP û MHP, ketine nava hewldnanên ku  HDPe ji parlamenê dûr bikin.Heya niha hemû cûre êrîşên faşîzan li dijî HDPê bikaranîn. Niha jî dixwazin destnedana patrlementerên HDPê rakin û dengê parlamenteran qut bikin.

Diyare ku ev êrîşên li dijî HDPê, wê bi dijwarî dewam bikin. Dixwazin destnedana parlamenteran rakin. Hinek ji parlamenteran wê bidarizînin û bavêjin zindanê. Koma  HDPê ji parlamenterê dûr bikin. Wê weke berê, êrîşê bîro, avêhî û endamên  HDPê bikin û qirkirina siyasî jî wê bi dijwarî berdewam bikin. Divê tu hêzên demokrasî û tu eniya gel li dijî vê faşîzma AKPê bêdeng nemîne.  Hêzên şoreşger û demokraîk divê têkoşîna xwe dijwar bikin û eniyên têkoşînê terk nekin. Divê her eniya li dijî faşîzmê bi awayekî hêz û aktîf werê bikar anîn û bi hêz kirin.

Mijarek din jî,wisa xuya dike kû, wê komkujiyên faşîzan û qirkirinê siyasî jî dewam bikin. Di rojên dawî de di hejmara qirkirina siyasî de zêdebûn çêbûye. Dozên kevin car din têne vekirin û dozên nû yên siyasî jî tên vekirin. Dozên  KCKê ji nû de  didine dest pê kirin û bi lezgînî ceza didin. Divê şoreşger, demokrat û welatparêz hêza xwe bikin yek ku li dijî vê faşzmê têkoşînê bikin.

Divê ev rewş ji aliyê hêzên şoreşger û demokrat’an ve ji nû de werê nirxandin û tedbîran pêşbixin. Helbet têkoşîna li dijî faşîzmê şertê sereke ye û nayê lewaz kirin. Bêguman zindan jî eniyeke giring ya berxwedanê ye.Lê divê ti şoreşger, demokrat û welatparêz wisa bi hêsanî nekevin zindanan û xwe nedin girtin. Divê kar û xebatên veşartî bikin, bi tedbîr tevbigerin û pêşiya van girtinan jî bigirin.Hetta di rewşek wiha de li şûna girtinê, dikarin berê xwe bidin  çiyan û girtinan vala derxînin.

Divê em li dijî faşîzmê, rêbazên têkoşînê bi berfirehî baxivin, têkoşîna berî niha binirxînin, bi rêbazên nû, bi amûr û alavên nû têkoşînê bi hêz û xurt bikin. Divê rêbaza me ya pêşî, tespît kirina rêbazên têkoşîna giştî ya li dijî faşîzmê  be.  Li aliyê din,  divê rêbazên têkoşîna li dijî faşîzmê rast be  û berdewamî be. Tenê bi vî rengî û bi vî awayî û têkoşînek giştî ya bi hevre, em ê bikaribin faşîzma AKPê têk bibin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA