Kongreya DBP'ê di 22'ê Gulanê de tê lidarxistin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek diyar kir, ku wê di 22'ê Gulanê de kongreya xwe lidar bixin. Yuksek destnîşan kir ku ew dixwazin bibin bersiv ji bo bendewariyên gel.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, berî 4. Kongreya Awarte ya DBP'ê ku di 22'ê Gulanê de bê lidardxistin civîna çapemeniyê pêk anî. Yuksek anî ziman ku rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê xurtkirina vîna herêmî ye û ji bo li Tirkiyeyê demokrasiyê pêk bînin, wê li dijî yekperestiyê, xweseriya demokratîk ava bikin. 

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, têkildarî 4. Kongreya Awarte ya Giştî ya DBP'ê ku di 22'ê Gulanê de pêk bînin, civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endamên meclisa DBP'ê, hevşaredar û gelek siyasetmedar amade bûn. Yuksek, civîn li Cemiyata Rojnamevanên Guneydogû pêk anî. Yuksek diyar kir ku li Rojhilata Navîn guhertinek mezin çêdibe û Tirkiye jî mecbûr e li gorî vê guhertinê xwe amade bike. Yuksek xwest Tirkiye guhertina xwe baş hesab bike û li gorî wê amadekariyê xwe bike. Yuksek anî ziman ku ji bo Tirkiye di aliyê demokratîk de bê guhertin di nava xebat û hewldanan de ne û wê di guhertina demokratîk de israr bikin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dixwaze li dijî nirxên gerdûnî yên cîhanê bi pergala yekperestî Tirkiye bi rê ve bibe. Lê divê Tirkiye li gorî demokrasiyê xwe nû bike û biguhere. Em dixwazin li dijî yekperestiyê modela xweseriya demokratik bixin meriyetê. Li gelek welatên cîhanê jî heman model heye. Tirkiye çiqas ber bi herêmîbûnê ve biçe ewqas wê demokratîk bibe. Wê ewqas civakî û bi hêz bibe. Çiqas bibe navendî ew qas wê lawaz û qels bibe. Lê niha AKP dixwaze bi rêya tundiyê pergala xwe têxe meriyetê. Em wê her dem li dijî vê polîtîkaya AKP'ê ya yekperestiyê têbikoşin. Ji ber ku yekperestî ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye." 

'DIXWAZIN CIVAKÊ REHÎN BIGIRIN'

Yuksek destnîşan kir ku DBP guhertina demokratîk dixwaze û ji ber vê yekê hikûmet li dijî şaredariyên DBP'î amadekariya qeyûmê dike. Yuksek destnîşan kir ku endamên meclîsa wan, hevşaredarên wan, endamên meclîsa şaredariyê tên girtin û ev amadekariya desteserkirina şaredariyan e û wiha got: "Hikûmat AKP'ê dixwaze civakê rehîn bigire û li gori xwe pergalekê ava bike. Niha makezagon tune. Bi ayawekî fîlî ji aliyê Erdogan û Qesrê ve Tirkiye tê birêvebirin. Lê em dixwazin rêveberiyên herêmî xurt bibe." 

Yuksek anî ziman, li meclîsê partiya alternatîf HDP ye û ji ber vê yekê diwazin rê li pêş HDP'ê bigirin. Yuksek da zanîn, ku wê li derveyî meclîsê bi rê û rêbazên demokratîk têkoşîna xwe berdewam bikin û hewl bidin demokrasiyê ji rêveberiyên herêmî de pêş bixin. Yuksek ragihand, bi girtin û binçavkirinê nikarin wan ji têkoşîn û rêya wan dûr bixin û ew wê têkoşîna xwe ya demokrasiyê û herêmî berdewam bikin. 

Yuksek, herî dawî destnîşan kir ku wê di 22'ê Gulanê de 4. Kongreya xwe ya Awarte pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe ani: "Di vê pêvajoyê de bi dehan endamên meclîsa partiya me hatin girtin. Endamê Meclîsa partiya me Mehmet Yavuzel li Cizîrê, Sêvê Demir li Silopyayê şehît ket. Her du hevalên me şehîden partiya me ne. Ji bo em bêtir bibin bersiva gelê xwe em wê di 22'ê Gulanê de li Enqereyê kongreya xwe pêk bînin."