Balafirên şer ên Tirk gundê Qendîlê bomberdûman kirin
Balafirên şer ên Tirk 18’ê Nîsanê gund û baxçeyên Qendîlê bomberdûman kirin.
Balafirên şer ên Tirk 18’ê Nîsanê gund û baxçeyên Qendîlê bomberdûman kirin.
Balafirên şer ên Tirkan 18’ê Nîsanê gund û baxçeyên Qendîlê bomberdûman kirin.
Di bomberdûmana ku di saet 11:30’an de destpêkirî de gund û zevî jî bomberdûman kirin. Gelek ziyana madî pêk hat. Êrîşa hewayî ya ku li gel pêgerên keşfê hatin kirin, nêzî 2 saetan berdewam kirin. Di nava vê mehê de ev êrîşa 3. a li hember Qendîlê. Di êrîşa dawî ya balafirên şer ên Tirk de gundên girêdayî Binarê Qendîl Bolê û Ebû Bekir hatin bomberdûmankirin.