'Divê alema Îslamê li pêşberî qetilkirina mazlûman bêdeng nemîne'
Li Xelfetiyê çalakiya Hefteya Rojbûna Pîroz hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan li vir axivî û destnîşan kir, ku di serî de alema Îslamî divê mirovahî bi ti awayî qetilkirina mirovên mazlûm û bêguneh qebûl nekin.
ANF
RIHA
duşem, 18 avrêlê 2016, 11:19
Li navçeya Riha Xelfetiyê, bi pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk çalakiya Hefteya Rojbûna Pîroz hat lidarxistin.
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan di çalakiya li salona dawetê ya li taxa Yûkari Goklu de axivî û bal kişand ser talan, komkujî û konsepta şer û tinekirinê ya dewleta Tirk li Kurdistanê xistiye meriyetê.
Dîlek Ocalan da zanîn, ku şewitandina bedena mirovan, kişandina cenazeyan li pişt panzeran, talankirina malên mirovan cihê xwe di nava Îslamiyetê de ti carî nîne û got, "Di nava Îslamê de biratî, parvekirin û aştî heye. Lê îro AKP bi dijminane nêzî gelê Kurd dibe."
Dîlek Ocalan diyar kir, sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, çi zû çi jî dereng wê bên darizandin û got, "Di serî de alema Îslamê divê mirovahî giştî li dijî qetilkirina gel û mirovên mazlûm, li hemberî qetilkirina mirovên bêguneh derkevin."