Asayîşa Qamişlo qemyoneke bombebarkirî bêbandor kir

Asayîşa bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê qemyoneke bombebarkirî li pêşiya bajêr sekinand û bêbandor kir.

Asayîşa bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê qemyoneke bombebarkirî li pêşiya bajêr sekinand û bêbandor kir.

Hêzên Asayîşa bajarê Qamişlo duh qemyonek ji cûreyê “Hyundai Inter Kohler” ku bombe, hawan û fuza lê barkirîbûn, li deriyê rojava yê ketina bajarê Qamişlo zevt kirin û qemyon tevî ajokarê wê û kesekî pê re, girt.

Hêzên Asayîşê li ser malpera xwe ya tora civakî (Facebook) dîmenê qemyonê tevî fuze, hawan û madeyên din ên teqemeniyê yên lê barkirîbûn weşandin.

Çavkaniyên ji Hêzên Asayîşê ragihandin ku wan der barê mijarê de lêpirsîn dane destpêkirin. Lê belê heya niha ti daxuyaniyek fermî der barê mijarê nehatiye dayîn.