Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Herêmê ya Wanê ku rojane 15 hezar nexweş tên, ev demeke bûeyrên ecêb diqewimin. Bi taybetî, ev 6 meh in rêveberiya nexweşxaneyê bi temamî hatiye guhertin. Tê gotin, di dema dawî de polîsên sivîl di bin navê doktor an jî karmendên tenduristiyê de li nexweşxaneyê tevdigerin.
ZEXTA PSÎKOLOJÎK Û GEF
Hin ji girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê, bûyerên li nexweşxaneyê bi serê wan de hat ji xizmên xwe re vegotin. Girtiyan anîn ziman ku li Polîklînîk a Guh Bêvil Qirikê, li Sekreteriya Teknîkê û Şêwirmendiyê polîsên sivîl hatine bicihkirin.
Hat ragihandin, ev polîs zexta psîkolojîk li gelê sivîl dike, bi taybetî gefê li girtiyên nexweş dixwin.
'TU LI GIRTÎGEHÊ NEMIRE JÎ...'
Xizmekî nexweş ê nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir, ku girtiyên nexweş ên ji girtîgehê tînin, gefa "Tu li girtîgehê nemire jî, derziyek li vê derê têra mirina te dike" li wan tê xwarin.
Li gorî agahiyan, di navbera girtiyên siyasî û wezîfedarên nexweşxaneyê de nîqaş derketiye û girtiyên nexweş rastî lêdanê hatine.