Li Silopiyayê bi sedan mal hilweşandin

Li navçeya Silopiyayê ku qedexeya derketina derve ketiye roja 15'emîn, wesayîtên kar bi sedan mal hilweşandin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku careke din qedexe hate îlankirin û 15 roj in berdewam dike, çeteyên Qesrê malan xira dikin. Li Taxa Zapê Çeteyên Qesrê malan bi wesayîten kar ve hildiweşînin. Welatiyên ku nikarin biçin malên xwe hemû tiştên wan di bin enqazan de mane. Li taxê hin welatî jî hewl didin tiştên xwe ji malan derxînin. 

Welatiyên ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin, li taxên Yenîşehîr, Dîcle û Ofîsê li cem xizmên xwe bi cih bûne. Çeteyên Qesrê bi wesayîtên zirxî ve li taxan dewriye digerin û di serî de zarok, kê dîbinin bi bombeyên gazê êrîş dikin.