Hayme di hevdîtina malbata xwe de pêkhatina înfazê piştrast kir. Derket holê ku îşkenceyeke giran li Hayme hatiye kirin.
Li bejahiya gundê Badanê yê ser bi navçeya Mûş Gimgimê, di operasyona 6'ê Nîsanê de 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn 2 HPG'î jî piştî bi birîndarî hatin girtin, hatibûn înfazkirin. Di heman operasyonê de dayika bi navê Sîsê Bîngol a 77 salî jî bi 2 kesan re hatibû binçavkirin û girtin. Walîtiya Tirk a li Mûşê daxuyaniyek dabû û îdîayên li ser înfazê derewandibû. Lê vegotinên gerîlayê HPG'ê Mehmet Hayme (Devrîm Amed) ê bi birîndarî hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Sîncanê careke din derxist holê ku bûyera înfazê rast e.
Şafî Hayme yê ku di 14'ê Nîsanê de bi kurê xwe re hevdîtin pêk anî diyar kir, di hevdîtinê de kurê wî jî re gotiye ku ji ber navê wî di lîsteya lêgerînê de heye, xelata milyonek pere hatiye danîn ew înfaz nekirine.
'HEVALÊN MIN ÎNFAZ KIRIN'
Hayme bilêv kir ku kurê wî bi birîndarî ketiye destê dewletê û wiha dewam kir: "4 hevalên kurê min hatin înfazkirin. Sedema înfaznekirina kurê min jî xelata pere ya ku danîne ser wî ye. Dema ku me hevdîtin kir ji min re gotina 'We hevalên min înfaz kir, min jî înfaz bikin, min israr kir ji min re gotin em nikarin te bikujin sedemê vê heye' bi kar aniye. Çend rojan li Gimgimê hate rawestindin piştre şandin Sîncanê. Gelek îşkence li wî kiribûn. Piştî ku şandin Enqereyê midûrê girtîgehê 3 gardiyanan dişîne û destên wî dide girêdan. Piştre jî 3 gardiyan îşkence li Mehmet dikin. Çav û rûyê wî reş û şîn bûbûn. Nikaribû baxive. Ji ber ku hevalên wî hatibû înfazkirin û ew dijî xemgîn bû."
'BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYÊ DE YE'
Hayme anî ziman, kurê wî dixwaze biçi Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Sîncanê, lê li Hejmar 1'ê tê girtin. Hayme wiha got: "Kurê min xwestiye derbasî cem girtiyên siyasî bibe. Lê midûr gotina 'ev ne karê te ye karê me ye, em ku derê bixwazin tu yê li wir bimînî' dane. Daxwazname daye lê hê jî bersiv nedane daxwaznameyê. Parêzer jî ji bo ku kurê wî derbasî nava girtiyên siyasî bibe wê serlêdanê bike. Kurê min hê jî di hucreyê de bi tena serê xwe tê girtin. Nahêlin kesekî bibîne."