Bakur: Lehengekî gel ê ji Silêmaniyeyê
Dema li Rojava komkujî li gelê Kurd hat kirin, ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê xwe herikîn cihê komkujiyan. Yek ji van ciwanan jî ji fermandarên YPG'ê Bakur Cîlo yê ji Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê bû.
Dema li Rojava komkujî li gelê Kurd hat kirin, ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê xwe herikîn cihê komkujiyan. Yek ji van ciwanan jî ji fermandarên YPG'ê Bakur Cîlo yê ji Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê bû.
Li gelek deverên Kurdistan û cîhanê qirkirin rû didin. Ev qirkirin di sedsala 21'an de yanî di serdema tê gotina herî pêşketî de diqewimin. Ev qirkirin ji aliyê zaliman ve li hemberî mirovên mexdûr tê kirin. Û bi hezaran ciwan hene li dijî vê şer dikin, canê xwe feda dikin. Yek ji van jî Bakur ê YPG'yî bû.
Dema li Rojava komkujî li gelê Kurd hat kirin, ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê xwe herikîn cihê komkujiyan. Yek ji van ciwanan jî ji fermandarên YPG'ê Bakur Cîlo yê ji Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê bû. Em jî ji bo tevlîbûna li merasîma cenazeyê lehengê mezin Bakur em ji Kerkûkê diçin Silêmaniyeyê. Rêwîtî dirêj e. Hesta niha di dilê min de heye, xerîb nîne. Ji ber ku di dema dawî de gelek ciwanan ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin û di dilê gelê xwe de tevlî karwanê nemiran bûn.
DU EWLADÊN WÊ ŞEHÎD IN; HEVSERÊ WÊ HATIYE QETILKIRIN
Ezman bi ewr girtî ye. Mînak ku naxwazin roj hilê. Ji nava çola Kerkûkê em bi wesayîtê nêzî Silêmaniyeya çar aliyên wê bi çiyê girtî ye, dibin. Wesayît li dû hev in, mîna konvoyekê em bi pêş de diçin. Piştî rêwîtiyeke dirêj em xwe digihînin cihê sersaxiyê. Ji paceyên wesayîtên ketine rêzê, al li ba ne. Her kes li me dinêrin û hewl didin fêm bikin bê rewş çi ye. Wesayît disekinin, her kes ji wan peya dibin û dirûşma 'Şehîd Namire' berz dibe. Bi girseya gel re em ber bi cihê bîranînê ve dimeşin.
Her kes gelekî xemgîn e. Ez dixwazim vî lehengê ku her kes ji bo wî kom bûne, nas bikim. Ewilî min dayika wî gelekî meraq kir. Bi qasî ku agahiyên min ji derdorê wergirt, ev windahiya 3'an a dayikê. Xuya ye ya ku meraq dike ne ez bi tenê me. Her kes di nava girseyê de li dayikê diegre. Ev dayik dayikeke pîroz e ku 2 ewladên xwe yên bi zor û zehmetiyên giran mezin kir, di rêya azadiyê de feda kir. Hevserê wê jî ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû qetilkirin. Xuya ye jineke gelekî xurt e. Aliyekî din ê bala girseyê dikişîne ser we jî gerîlayên HPG û YJA Starê ne. Ew jî cihê xwe di nava bîranînê de digirin. Bala mirovan li wan e.
DENGÊ WÊ QET NALERIZE
Li ser navê Hêzên Parastina Gel gerîlayek radibe û qala fermandarê YPG'ê Bakur Cîlo dike. Destnîşan dike ku hemû şehîdên azadiyê nemirin û ew ê her tim şopdarên têkoşîna wan be. Dûre ji aliyê tevgerên cuda ve tê gotin, 'bîrdoziya me, doza me yek e.' Tê destnîşankirin, fermandarê bi navê Bakur xwedî ruhekî neteweyî ye. Gelek kes radibe û daxuyaniya xwe dixwîne. Piştre dirûşma "Şehîd Namirin" bilind dibe. Ez hînê dayê nabînim. Piştre dengê dayikê tê. Rondikên beşdaran dibarin. Bi rastî jî dayikek welê xurt e, ku dema daxive dengê wê qet nalerize. Dayik di axaftina xwe de dibêje 'Şîrê min daye kurê xwe lê xweş helal be'. Her gotina dayikê agir bi dilê mirovan dixe. Dibêje ku ew bi kurê xwe ve serbilind e, mîna ku wê bi xwe kurê xwe şandibe. Bi rûmetdariyeke welê mezin ber bi nemiriyê ve oxir dike. Têgihiştiye ku kurê wê ne tenê yê dayikekê ye, yê tevahiya gel e.
Bakur ê YPG'yî li Başûrê Kurdistanê mezin bû û li Rojava canê xwe feda kir. Û ewçend ciwan xuya dike, ku xuya ye di emrekî gelekî ciwan de dest bi têkoşînê kiriye. 20 salan tekoşîna xwe meşandiye. Em kekê wî dibînin, ew jî li ser piyan e û mêvanan pêşwazî dike. Her çend nikare pêşî li rondikên çavên xwe bigire jî ji mêvanan re dibêje 'Bila serê gelê Kurd sax be, ne bi tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahiya Kurdistanê ye'. Mîna ku rondikên wî dibarin kûrahiya dilê wî. Di nava beşdaran de gelek malbatên zarokên xwe ji dest dane, hene. Herî zêde ew bi vê êşê dizanin.
Gerîlayên ku bi qasî sê saetan li ser piyan man, bala min kişand. Sekna wan, axaftina wan gelekî bal dikişand.. Min dixwest di demên cuda de wan bibînim û bi wan re sohbetê bikim. Lê dema me kêm e û em rabûn. Bedema me ew der terikand, lê dilê me li wir ma. Kîjan mirovê ez di ber wan re derbas bûm, qala Bakur û dayika wî dikirin. Xuya ye bandor li her kesî kirine. Hin mirov welê dijîn, ku bi tu bixwaze jî nikare wan ji bîr bike. Şervanê azadiyê Bakur jî welê jiya, ku navê xwe li hiş û mejiyan neqişand.
Piştî merasîma bîranînê em li wesayîtê siwar dibin û diçin. Ji rêya jê hatine em vedigerin. Bi ragirtina hesteke cuda di dilê xwe de, di nava çiyê de em careke din berê xwe didin çolê. Di wesayîtê de kesek naxive. Hişê her kesî hînê li wir e. Em ê ji bîr nekin; em ê lehengê mezin Bakur ê bi hawara gelê Şêxmeqsûd de çû ji bîr nekin.