BI DÎMEN

Li girtiyên hatin sirgûn îşkence hat kirin

Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î, ku di 4'ê Adarê de li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hat destpêkirin, dewam dike. Zexta dewleta Tirk a li girtiyên di grevê de ne, zêde dibe.

Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î, ku di 4'ê Adarê de li hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hat destpêkirin, dewam dike. Zexta dewleta Tirk a li girtiyên di grevê de ne, zêde dibe.

Halîse Dorûdemîr diyar kir, dema kurê wê Mahfûz û neviyê wê Omer Dorûdemîr hatin sirgûnkirin, îşkence li wan hatiye kirin û got, "Divê gelê me vê têkoşîna mafdar û zarokên xwe bi tenê nehêle, xwedî li wan derkevin. Eger ev nebe, wê greva birçîbûnê veguhere rojiya mirinê."

Halîse Dorûdemîr da xuyakirin, ku kurê wê Mahfûz Dorûdemîr û neviyê wê Omer Dorûdemîr ên li zîndana Amedê dihatin ragirtin, ji ber ku tevlî greva birçîbûnê bûn sirgûnî girtîgehên Şakran û Bandirmayê hatine kirin û got, "Dewlet, greva birçîbûnê ya ji bo bicihanîna daxwazên demokratîk li girtîgehan hatiye destpêkirin weke gefekê li hemberî xwe dibîne, girtiyên tevlî grevê bûne bê sedem sirgûn dike. Em vê pêkanîna nehiqûqî ti carî qebûl nakin. Bi vî rengî, mafê girtiyan ku ji xwe kêm in, tên binpêkirin. Kurê min bi tenê yek ji sedan girtiyên nexweş e. Ev 21 sal in li girtîgehê tê ragirtin."

GIRTÎ 4 ROJAN LI HUCREYAN HATIN RAGIRTIN Û ÎŞKENCE LI WAN HAT KIRIN

Halîse Dorûdemîr da zanîn, Mahfûz û Omer Dorûdemîr jî di nav de 8 girtî berî bên sirgûnkirin, ew birine Zîndana Osmaniyeyê, li vir îşkence li wan hatiye kirin, hewl hatiye dayîn vîna wan bê şikandin û got, "Hînê li ber deriyê zîndanê dest bi îşkenceyê kirin. Xwestin bi rengekî tazî lêgerîna wan bikin. Dema girtî li hemberî vê derketin bi ço û qundaxa çekê li wan dan. Heta ku canê wan biwerime li wan dan. Hin ji girtiyan ling, hin jê dest, hin qefesa sînga wan, hin jî serê wan şikestiye. 4 rojan li wan dan û ew li hucreyan ragirtin. Xwarin, vexwarin û kinc nedan dan. Her wiha nehiştin xwe bişon. Ev pêkanîna xerab ne tenê li hemberî zarokên me hatiye kirin. Dema em çûn dîtina wan, li me jî hat kirin. Em kom bi kom ji hev cihê kirin û xistin odeyan. Di bin awiran re li me dinêrîn û belasebep pirsgirêk derxistin. Lê belê piştî ku dîtin em bi israr in, hiştin em zarokên xwe bibînin. Ewilî em birin odeyekê, hinekî em li wir sekinînin û piştre zarokên me hatin. Ji ber gemarê û lêdana li wan hat kirin, reş bûbûn. Me bi zorê ew nas kir. Rûyê hemûyan birîn bûbû, werimî bû. Kincên li wan, ji ber lêdanê qetiya bûn. Dema min kurê xwe di wî halî de dît, ez gelekî êşiyam, rondik ji çavên min bariya. Hema min ew hembêz kir. Min jê pirsî bê çi bûye, wî jî vegot. Ji xwe hevdîtina me 40 deqeyan jî dewam nekir. Yekser em derxistin derve. Dema em ji odeyê derketin, dayikek girtiyan ji ber ku gelekî bi vê rewşê êşiya, ji hişê xwe çû. Me zarokên xwe, ji bo ev zalim zilmê li wan bikin, mezin nekirine. Gelo ya ku ew li zarokên me dikin, li kîjan wijdanî tê? Em çiqasî dibêjin aştî, ew şer û zilmê li me ferz dikin. Êdî bes e. em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin."

Dorûdemîr da xuyakirin, ku ji bo nerazîbûnê nîşanî îşkenceya li Zîndana Osmaniyeyê hatiye kirin bidin, piştÎ hevdîtinê wan li nava zîndanê çalakiya rûniştinê pêk anîne û got, "Piştî ku me dest bi çalakiyê kirin, komek ji berpirsyarên zîndanê û leşkeran hatin bi me re hevdîtin kirin. Me jî ji wan re gotin, em vê zilma li zarokên me tên kirin qebûl nakin û divê derhal li cihê wê bên ragirtin, bên sewqkirin. Li ser vê yekê ji me re gotin ku daxwaznameyê bidin dozgeriyê. Piştî ku me daxwaznameyên xwe radestî dozgeriyê kirin, zarokên me şandin zîndanên cuda."

Dorûdemîr anî ziman ku ji ber sirgûnê tedawiya kurê wê Mahfûz Dorûdemîr nîvco maye û ji bo tedawîrkirina wî ew ê hewl bide bike ku kurê wî sewqî Amed an jî Sêrtê bê kirin.

Dorûdemîr herî daî got, "Divê gelê me vê têkoşîna mafdar û zarokên xwe bi tenê nehêle, xwedî li wan derkevin. Eger ev nebe, wê greva birçîbûnê veguhere rojiya mirinê û di rojiya mirine de jî pêkane ku mirov jiyana xwe ji dest bidin."

...