KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo xwezaya Kurdistanê 7 hezar şitlên daran çand, 20 cureyên heywanan xwedî dike
Seyît Ercîn ê li bajarokê Awiskê yê navçeya Qûbînê dijî, bi çandina 7 hezar şitlên daran re hem ji bo xwe hem jî ji bo ruhberên din qadeke jiyanê afirand. -
Şervanên Tirkmen: Em ê Minbicê azad bikin
Şervanên Siwar El Minbic Yilmaz Tirkmenî û Welat Cûdî diyar kirin, ew ê herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, azad bikin. -
Enfal plana qirkirina Kurdan a sed salî ye
Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê di salvegera 28. de Enfal nirxandin û gotin, "Destpêka Enfala Kurd Sykes-Pîcot e. Piştî Saddam, îro jî Erdogan vê Enfalê didomîne." -
Waliyê Mereşê çima biryara çêkirina kampa AFAD'ê veşart?
Keyayê gundê Terolar a Jêrîn Mehmet Caner diyar kir, Waliyê Tirk ê li Mereşê biryara çêkirina kampê ji wan veşartiye û anî ziman, ku walî bi xwe li vê mikur hatiye. -
Li Pêncewînê 2 welatparêzên Kurd hatin qetilkirin
Li Pêncewînê 2 wlatparêzên Kurd ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin. -
Li Farqînê piştî qedexeyê tevgera hewayî
Qedexeya kolanan a li gundên Farqînê hatiye îlankirin berfirehtir dikin, li navenda navçeyê tevgera helîkopteran destpê kir. -
Gerîlayê HPG’ê Kizilsoy ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Mesût Kizilsoy ê di şerê bejahiya di navbera navçeya Ezabkûr a Mûşê û Norşîn a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
Malbatê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ateş nas kir
Malbata cenazeyê gerîlayê HPG'ê Cemîl Ateş (Xemgin Koçer) yê li Bêdlîsê di şer de jiyana xwe ji dest dabû nas kirin, ji Saziya Tipa Edlî wergirtin. -
Li Farqînê qedexeya kolanan hate îlankirin
Li 4 taxên ku girêdayî navçeya Farqîn a Amedê îro ji saet 18.30’an û şûn de qedexeya kolanan hate îlankirin. -
Polîsên Tirk 11 saetan li avahiya DBP’ê geriyan
Polîsan serê sibehê bi ser avahiyên DBP'ê yên bajarê Amedê û navçeya Peyasê de girtin û li avahiya DBP'ê 11 seetan lêgerîn kirin. -
Nûçegihana DÎHA Meltem Oktay hate girtin
Rojnamevana DÎHA’yê Meltem Oktay a ku li Nisêbînê hatibû binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin bi îdîaya “Endama rêxistinê ye” hate girtin, Ûgûr Akgul jî bi mercê qontrola edlî hate berdan. -
Hevserokê DBP’ê yê bajarê Şirnexê hate girtin
Hevserokê DBP’ê yê bajarê Şirnexê Yahya Îdîn yê duh di serdegirtinê malan ên li Cizîrê de hatibû binçavkirin, bi îdîaya “Endamê rêxitinê ye” hate girtin û şandin girtîgehê. -
Li Silopiyayê maşîneyên kar dixebitin, mal tên hilweşandin
Li taxên Başak û Barbaros ên Silopiyayê ji ber biyraya “gelemperîkirinê” gelek mal hatin hilweşandin, hêzên dewleta Tirk ên bi maşîneyên kar dikevin taxan hilweşandina malan dewam dikin. -
Çeteyê Qesrê yê ku li Nisêbînê birîndar bibû, mir
Çeteyê Qesrê Ozan Ozmen ê ku beriya 15 rojan li Nisêbîn birîndar bibû û rakiribûn GATA’yê, mir. -
PE Rapora Tirkiyeyê bi 375 dengan pejirand
Parlamentoya Ewropa (PE) rapora Tirkiyeyê parve kir û di raporê de Serokomar Erdogan şermezar kir. PE, hikûmeta AKP'ê jî bi zimanekî tund rexne kir. -
Çeteyên AKP’ê li gundê Hewar Kîlîsê qetlîam pêk anîn
Çeteyên Qesrê li gundê Hewar Kîlîs ê girêdayî herêma Şehba ya Rojava qetlîam pêk anîn. -
Hîdayet ê 4 salî di nav lorikand de hate oxirkirin
Hîdayet Tek ê 4 salî ku ji ber li Hezexê heybera li ber mala wan teqiya jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. -
Li Şirnexê çeteyên Qesrê derbeyeke din xwarin
Li Şirnexê xeta berxwedanê ya Qada Omer Kabak, taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcle tê den bi awayekî dijwar têne bombekirin, di şerên bi şîdet de herî kêm tîmekî taybet hate kuştin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ku 13’ê Nîsanê li herêma Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir. -
Gerîlla TV, dîmenên çalakiya Hênê weşand
Gerîlla TV, dîmenê çalakiya 11’ê Nîsanê ya li hember Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Hênê ya Amedê hatibû lidarxistin parve kir. -
Li Başûrê Kurdistanê Qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn
Îro 28. salvegera Enfalê ya li Başûrê Kurdistanê ye. Li Kelarê bi sedan welatî li şehîdgeha şehîdên Enfalê amade bûn. -
YPG: Çeteyan êrîşî Şêxler û Eyn Îsa kirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî bajarokên Şêxler û Eyn Îsa kirine. -
HDP’ê, qetlîama Enfalê lenet kir
HDP’ê, qetlîama Enfalê lenet kir û wiha got: “Desthilatdarên ku sûcên mirovahiyê dikin, di dîrokê de weke nuqteyek qirêj dimînin.” -
Dayankaç, li gel qizap û rehevala wê hat definkirin
Endama YPS-JIN Leyla Dayankaç li Geverê li gel xizm û rehevala wê ya zarokatî û têkoşînê hate definkirin. Dayika Dayankaç jî di merasîmê de axivî û Erdogan şermezar kir. -
Li Hezexê kesê ku duh hatibû binçavkirin hate girtin
Mehmet Dalmiş ê ku duh di saetên şevê de li Hezexê di serdegirtinên tîmên taybet ên malan de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “ Endamê rêxistinê ye” hate girtin û şandin girtîgehê.