Li Şirnexê çeteyên Qesrê derbeyeke din xwarin
Li Şirnexê xeta berxwedanê ya Qada Omer Kabak, taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcle tê den bi awayekî dijwar têne bombekirin, di şerên bi şîdet de herî kêm tîmekî taybet hate kuştin.
Li Şirnexê xeta berxwedanê ya Qada Omer Kabak, taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcle tê den bi awayekî dijwar têne bombekirin, di şerên bi şîdet de herî kêm tîmekî taybet hate kuştin.
Di êrîşên qirkirinê yên 31 roj in li Şirnexê dewam dikin de hêzên dewleta Tirk nikarin bikevin taxên berxwedanê û li ser taxan bombeyan dibarîne. Hêzên dewletê duh êvarî careke din xwe ceribandin ku bikevin taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê, lê dîsa li hemberî berxwedana şervanên YPS û YPS-JIN’ê neçarî vekişandinê man, ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan destpê bike xeta berxwedanê ya Qada Omer Kabak, taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Dîcle jî tê de bi awayekî dijwar bombe dikin.
Xeta berxwedanê ya ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan, Serê Sirkê, Mişûlê, Goristan Kendalîş, Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê û bi tank û obusên li Gumuştepeyê ku navenda tîmên taybet in hatine bicihkirin ve tên bomberdûmankirin. Ji vê xeta berxwedanê dûman bilind dibin.
Li derdora taxan jî şerên dijwar diqewimin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, di şer de herî kêm tîmekî taybet hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne.
Ambûlansên sewqî qadên şerî tên kirin jî mirî û birîndaran dibin Fermandariya Tumena Jendermeyan.
Her wiha li dijî taxên Bahçelîevler û Yenî jî topbaran didome.