BI DÎMEN

Li Başûrê Kurdistanê Qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn

Îro 28. salvegera Enfalê ya li Başûrê Kurdistanê ye. Li Kelarê bi sedan welatî li şehîdgeha şehîdên Enfalê amade bûn.

Bi boneya 28. salvegera bîranîna Enfalê,  îro li şehîdgeha şehîdên Enfalê merasîmeke hate lidarxistin. Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê  îro li gel ku merasimek fermî ya hikûmetê nînbû jî merasimeke ji bo bîranîna qurbaniyên Enfalê li dar xist.

 

Li ber deriyê Şehîdgehê  seat 09:00’an  meşekê destpê kir. Meş heta abideya şehîdên Kelarê berdewam kir, dirûşmeyên ‘Kujerên Enfalê werin dadgehkirin’ hatin berzkirin. Piştî meşê li kêleka sembola Enfalê ya li Şehîdgeha Kelarê merasimek hate lidarxistin. Di serî de li ser navê Tevgera Azadî, RJAK û PJAK’ê destegulek li ser abideya şehîdên Kelarê hate danîn.

Di merasimê de ti rêveberiyên siyasî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar nebibûn, ji ber vê yekê gel nerazîbûna xwe ya li hember vê rewşê nîşan da.

...