Li Farqînê piştî qedexeyê tevgera hewayî
Qedexeya kolanan a li gundên Farqînê hatiye îlankirin berfirehtir dikin, li navenda navçeyê tevgera helîkopteran destpê kir.
Qedexeya kolanan a li gundên Farqînê hatiye îlankirin berfirehtir dikin, li navenda navçeyê tevgera helîkopteran destpê kir.
Qedexeya kolanan a ji aliyê Walîtiya Amedê li navçeya Farqîn a Amedê destpêkê li 4 taxan hate îlankirin, hate berfirehkirin û gîhandin 10 taxan. Piştî qedexeya kolanan, li navçeyê tevgera helîkopteran destpê kir. Demek piştî qedexeyê, hate dîtin ku helîkopterên ji Fermandariya Alaya Taktîk a Jendermeyan ku li Taxa Ferîdûn a navenda navçeyê ye, firîn û çûn qada qedexekirî.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, hate hînbûn ku li herêmên qedexekirî tevgera helîkopteran zêde bûye.