BI DÎMEN

Waliyê Mereşê çima biryara çêkirina kampa AFAD'ê veşart?

Keyayê gundê Terolar a Jêrîn Mehmet Caner diyar kir, Waliyê Tirk ê li Mereşê biryara çêkirina kampê ji wan veşartiye û anî ziman, ku walî bi xwe li vê mikur hatiye.

Desthilatdariya AKP'ê dixwaze bi destê AFAD'ê kampekê ji bo çeteyan li Mereşê çêbike û bi vî rengî koçberkirin û qirkirinê li ser civaka Elewî ya li vê herêmê ferz dike. Berxwedana Elewiyan a li hemberî vê kampa ji bo çeteyên DAIŞ'ê tê çêkirin, ev 25 roj in bê navber dewam dike.

Kamp li navenda gundên Elewiyan tê çêkirin. Keyayê Gundê Terolar a Jêrîn Mehmet Caner da xuyakirin, ku ji bo çêkirina vê kampê destûr ji gelê herêmê nehatiye girtin û destnîşan kir, ku ew kampê naxwazin. Caner da xuyakirin, ku ew ne li hemberî çêkirina kampek ji bo penaberên Sûriyeyê ne, ya ew li dij in; cihê çêkirina kampê ye.

'ÇÊKIRINA KAMPÊ JI NIŞTECIHÊN HERÊMÊ Û KEYAYAN HAT VEŞARTIN'

Caner ragihand, li Tirkiyeyê di bin navê kampa penaberan a ji bo Sûriyeyan de karê çeteyan tê meşandin û da zanîn, ku wan li dijî çêkirina kampê îmze dane hev û radestî rayedaran kirine, lê belê dîsa jî dest bi çêkirina kampê hatiye kirin. Caner got, "Weke keyayên 25 gundan ên ji Komeleya Keyayên Mereşê û 5 mirovên ji şêniyên taxê, me ji Walî re ragihand ku em vê kampê naxwazin. Li ser vê yekê ji me re hat gotin; ji bo çêkirina kampê 16 cih hatine destnîşankirin û hînê nediyar e bê li herêma Terolar bê çêkirin an na. Heman bersiv bi awayekî nivîskî ji me re hat ragihandin. Piştre bi îmzeya keyayan me bi rêya parêzeran serlêdana xwe kir û gotin, em kampê naxwazin.

Heta 25'ê Adarê di vî warî de ti bersiv ji me re nehat dayîn. Di vê navberê de weke niştecihên herêmê me 3 hezar 600 îmzeyên din dan hev û li dijî çêkirina kampê me ev îmze dan walîtiyê. Piştî çend rojan bi rêya parlamenteran me xwe gihandin belgeyeke di vî warî de, ku tê de dihat gotin, wê kamp li herêma me bê çêkirin. Heta wê rojê agahî ji me re nehat dayîn ku kamp wê li herêma me bê çêkirin. Bi vê belgeyê re em hîn bûn ku çêkirina kampê ji me hatiye veşartin."

WALÎ LI XWE MIKUR HAT: MIN EWRAQ JI WE VEŞART

Keya Caner da xuyakirin, ku bêyî agahiya niştecihên çêrgeha gel hatiye desteserkirin û destnîşan kir, ku wan li hemberî vê yekê doz vekirine. Caner got, "Walîtiyê ewraqên biryara li ser vê mijarê mji me keyayan û gundiyan veşart. Piştre dema me mijara veşartina ewraqan jê pirsî, walîtî li pêşberî keyayan û parêzeran li xwe mikur hat ku ewraq ji me veşartiye. Me ji walî re got, em ê dozê vekin, lê wî jî got, 'Hûn dozê vekin jî tiştek bi destê we nakeve. Em ê jî li hemberî we dozê vekin'.

Eger ev kamp li vir were çêkiri, wê ewlekariya jiyana me ji holê rabe. Em rast nabînin 27 hezar kesî bînin vê derê. Çêrgeha me ji me tê stendin. Ji xwe em li cihekî teng in û bi tenê rêyek me heye. Kamp jî li kêleka vê rêyê tê çêkirin. Wê rêya me jî bigirin." Caner destnîşan kir ku weke keya û gelê herêmê, ew naxwazin li herêmê kamp were çêkirin.

...