BI DÎMEN

Enfal plana qirkirina Kurdan a sed salî ye

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê di salvegera 28. de Enfal nirxandin û gotin, "Destpêka Enfala Kurd Sykes-Pîcot e. Piştî Saddam, îro jî Erdogan vê Enfalê didomîne."

Rewşenbîran diyar kir, Enfala li hemberî Kurdan ku 182 hezar Kurd hatin qetilkirin ji Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an ne cuda ye û destnîşan kirin, ku wan qirkirina li Kurdan hat kirin bi têrkerî nîşanî cîhanê nedane, lewma îro Erdogan li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û gelek deverên Bakurê Kurdistanê vê Enfalê didomîne.

Rewşenbîran bi wesîleya salvegera Enfalê ji ANF'ê re axivîn û bang li Kurdan kirin ku bi ruhê yekîtiya neteweyî li dijî vî şerê qirkirinê têbikoşin.

ENFAL QIRKIRINA KURDAN A SED SALÎ YE

Ji rewşênbîran Sîwarn Belane diyar kir, Enfal a di sala 1988'an de li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve hat kirin, encameke polîtîkaya qirkirina Kurdan a sed salî ye û destnîşan kir, Enfalê bi peymana Sykes-Pîcot ve destpê kiriye.

Belane anî ziman, ku di çarçoveya peymana Sykes-Pîcot de biryara qirkirina Kurdan hatiye wergirtin û diyar kir, Enfala herî mezin parçekirian Kurdistanê li nava çar dewletan e.

Belane got, "Bi parçekirinê re hat xwestin, Kurd ji aliyê siyasî, çandî û civakî ve bi ti awayî nikaribin hebûna xwe bidomînin. Ji xwe komkujiyên piştî vê qewimîn, nîşaneya vê rastiyê ne. Li djiî Enfala Kurd a bi Sykes-Pîcot destpê kir, Kurdan jî ji bo parastina hebûna xwe bêguman li ber xwe dan, têkoşiyan. Lê belê xwediyên Enfalê li pêşberî vê berxwedanê bêhtir êrîşkar bûn. Halbûkî Kurdan nîşanî her kesî dan ku tevî hemû qirkirinên bê rehm ên lê hatine kirin jî ew ê tine nebe, ew ê serî netewîne. Ji ber ku Kurd xwedî dîrok û çandeke kûr e. Ev yek jî Kurdan dike gelekî berxwedêr."

SADDAM PLANEK JI SED SALÎ BI CIH ANÎ

Belane da zanîn, tevgera Enfalê ya sala 1988'an a ji aliyê Saddam Huseyîn ve hat meşandin, planeke sed salî ya li dijî Kurdan bû û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yên vê rastiyê bi vî rengî nebînin, nikarin Enfalê rast analîz bikin. Saddam di sala 1988'an de weke dewama siyaseta sed salî ya li dijî Kurdan komkujî kir. Xwest, her tiştên bi navê Kurdîtiyê tine bike, talan bike. Ji xwe yên beriya wî jî heman tişt kiribûn. Lê belê ev Enfal li pêşberî berxwedana Kurdan careke din bi ser neket."

ENFAL LI SÛRÊ, LI NISÊBÎNÊ DEWAM DIKE

Belane pirsa "Gelo ev siyaseta Enfalê qediya ye?" pirsî û ev bersiv da: "Na. Enfal îro li Şengalê, li Kobanê, li Cizîr, Sûr û Nisêbînê dewam dike. Zîhniyeta qirkirinê ya Saddam îro ji aliyê Erdogan ve li Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Erdogan dixwaze karê nîvco yê Saddam temam bike. Lê belê herka dîrokê nîşan da, ev pratîk û zîhniyeta qirkirinê li pêşberî berxwedana Kurdan bi ser nakeve. Encam wê îro jî bi heman rengî be. Di wijdanê mirovahiyê de wê winda bike, li pêşberî dîrokê wê mehkûm bibe. Dibe ku Kurdan qetil bikin, lê wê ti carî bi ser nekevin. Kurd wê li hemberî vê Enfalê jî berxwedana xwe xurt bikin û mafên xwe bi dest bixin. Ev êdî rastiyeke ji sedî sed e. Kurd ji bilî vê yekê tiştekî din qebûl nake."

XWESTIN HER TIŞTÊN BI NAVÊ KURDÎTIYÊ TINE BIKIN

Ji rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê Mûhammed Seyîd jî da xuyakirin, ku bi tevgera Enfalê re hat xwestin, her tiştên bi navê Kurdîtiyê tine bikin û anî ziman, bi qetilkirina 182 hezar Kurdan û xerakirina 4 hezar gundên Kurdan re Enfal bi dawî nebûye. Seyîd destnîşan kir, bandora vê Enfalê îro jî di nava Kurdên li Başûrê Kurdistanê de tê dîtin.

Seyîd got, "Enfalê li dû xwe civakek veguherî enqazê hişt. Xwestin bi carekê ve her tiştên bi navê Kurdîtiyê ji holê rakin. Pratîka qirkirinê ya herî zalim û bê rehm a rejîma Baasê bû."

Seyîd axaftina xwe wiha dewam kir: "Li ser tevgera Enfalê min gelek lêkolîn kir. Dikarim bêjim, ku Enfal bi bandorên xwe yên kûr ên ruhî û psîkolojîk re hînê dewam dike. Li dû xwe bi mîlyonan mirovên mexdûr hişt. Bandoreke mayînde li ser hemû ferdên civakê kir."

'NE KÊMÎ QIRKIRINA ERMENIYAN BÛ, LÊ ME BI TÊRKERÎ NÎŞANÎ CÎHANÊ NEDAN'

Seyîd da xuyakirin ku Enfal ne kêmî Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an bû û destnîşan kir, ku eger lêkolînên objektîf werin kirin wê bê dîtin bê çiqas êşên giran hatine kişandin.

Navborî diyar kir, tevî vê rastiyê jî wan bi têrkerî Enfal nîşanî cîhanê nedane, nedane naskirin û destnîşan kir, divê ew ji sedî sed vê jenosîdê bi cîhanê re bidin naskirin.

PÊWÎSTE SÛCDAR WERIN CEZAKIRIN

Seyîd da zanîn, tevî rejîma Baas hin cehşên noker jî di Enfalê de sûc kirine û nerazîbûn nîşanî hikûmetê da ku hînê ev ceza nekiriye. Seyîd xwest sûcdar derhal bê darizandin û got, "Girîng e edalet bi cih bê."