Li Pêncewînê 2 welatparêzên Kurd hatin qetilkirin
Li Pêncewînê 2 wlatparêzên Kurd ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin.
Li Pêncewînê 2 wlatparêzên Kurd ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin.
Li navçeya Silêmaniye Pêncewînê, welatparêzên Kurd Westa Sediqî Salîawayî û Kemal Şêx Sade yên duh ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin, hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên ji aiyê Ajansa Nûçeyan a Roj (Rojnews) ve hatin weşandin, li navçeya Silêmaniye Pêncewînê, welatparêzên Kurd Westa Sediqî Salîawayî û Kemal Şêx Sade yên pêr saet di 18:00 de ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin, hatin qetilkirin. Cenazeyê Westa Sediqî Salîawayî saetek piştî revandinê, saet li dora 19.10'an li nêzî gundê Nîzare yê ser bi navçeya Pêncewînê hat dîtin. Cenazeyê welatparêzê din Kemal Şêx Sade jî duh saet di 15:00 de li nêzî heman gundî hat dîtin. Westa Sediqî Salîawayî bi heyşt guleyên debanceyê hatiye qetilkirin.
Kemal Şêx Sade yê demeke dirêj e nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurd e û cihê xwe di nava gelek xebatan de girt, di hilbijartinên sala 2013'an ên li Herêma Kurdistanê de ji lîsteya PÇDK'ê namzetê parlamenteriyê bû. Di sala 2015'an de jî êrîşeke çekdarî lê hatibû kirin û gelek caran ji aliyê hêzên ewlekariyê û îstîxbarata Îranê ve bi mirin û revandinê gef lê hatibû xwarin.
PJAK'ê têkildarî bûyerê daxuyanî da û ji malbatên welatparêzan re sersaxî xwest. Her wiha ji rayedaran jî xwest, bi lezgînî bûyerê ronî bikin.