Nûçegihana DÎHA Meltem Oktay hate girtin

Rojnamevana DÎHA’yê Meltem Oktay a ku li Nisêbînê hatibû binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin bi îdîaya “Endama rêxistinê ye” hate girtin, Ûgûr Akgul jî bi mercê qontrola edlî hate berdan.

Meltem Aktay û Ûgûr Akgul ê ku li maleke Taxa Çatalozu ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê diman, di serdegirtina polîsan a 12’ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin û piştî karûbarên li Emniyetê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ku wek edliyeyê tê bikaranîn, hatibûn kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî karûbarên li dadgehê, Oktay bi îdîaya “Endama rêxistinê ye” hate girtin. Akgul ê bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê dike” hatibû sewqkirin, bi mercê qontrola edlî serbest hate berdan.