Mehmet Dalmiş ê ku duh di saetên şevê de li Hezexê di serdegirtinên tîmên taybet ên malan de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya “ Endamê rêxistinê ye” hate girtin û şandin girtîgehê.
Li navçeya Hezex a Şirnexê êrîşên qirkirinên siyasî û serdegirtinên malan ên timên taybet didome, li Taxa Tûrgût Ozal Mehmet Dalmiş (45) hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya wî ya li emniyetê ew şandin dozgeriyê. Piştî îfadeya Dalmiş a li dozgeriyê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
Dalmiş dîsa li dadgehê îfade da, dadgehê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” ew girt.
Dalmiş şandin Girtîgeha Tipa E ya Midyadê.