Hîdayet ê 4 salî di nav lorikand de hate oxirkirin
Hîdayet Tek ê 4 salî ku ji ber li Hezexê heybera li ber mala wan teqiya jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Hîdayet Tek ê 4 salî ku ji ber li Hezexê heybera li ber mala wan teqiya jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin.
Hîdayet Tek ê 4 salî ku ji ber li Hezexê heybera li ber mala wan teqiya jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin. Di merasîma cenazeyê de dayik Leyla Tek serê xwe danî ser gora kurê xwe û lorikên dilşoj gotin.
Hîdayet Tek ê 4 salî ku dema bi heyberekî li ber mala xwe ya li navçeya Hezex a Şirnexê dîtibû dilîst û ji ber ev heyber teqiya jiyana xwe ji dest da, li bajarokê Deştadarê hate definkirin. Cenazeyê Tek ê ku ji ber teqînê bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tiba Edlî ya Mêrdînê hate wergirtin û anîn Hezexê. Cenaze ji vir anîn bajarokê Deştadarê, ji aliyê şêniyên bajarok bi rondikên çavan ve hate pêşwazîkirin. Hevşaredarên Hezex û Deştadarê M. Mûhdî Aslan û Nûrî Akman, her wiha gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.
Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta bajarok, cenaze anîn goristana bajarok. Cenazeyê Tek bi duayan spartin axê.
Piştî definkirin, gel derbasî mala şînê bûn, dayik Leyla Tek li ser gora Kurdê xwe lorikên dilşoj gotin.
Her wiha hate hînbûn ku Tek ê 4 salî zarokê herî mezin ê malbatê ye.