Hevserokê DBP’ê yê bajarê Şirnexê hate girtin
Hevserokê DBP’ê yê bajarê Şirnexê Yahya Îdîn yê duh di serdegirtinê malan ên li Cizîrê de hatibû binçavkirin, bi îdîaya “Endamê rêxitinê ye” hate girtin û şandin girtîgehê.
Hevserokê DBP’ê yê bajarê Şirnexê Yahya Îdîn yê duh di serdegirtinê malan ên li Cizîrê de hatibû binçavkirin, bi îdîaya “Endamê rêxitinê ye” hate girtin û şandin girtîgehê.
Hevserokê DBP’ê yê bajarê Şirnexê Yahya Îdîn ê di nuqteya kontrolê ya di ketina navçeya Cizîr a Şirnexê de hatibû binçavkirin, birin Midûryeta Emniyeta bajarê Şirnexê.
Piştî îfadeya li emniyetê sewqî dozgeriyê hate kirin, li dozgeriyê bi îdîaya “Endamê rêxitinê ye” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.
Îdîn ê ku li dadgehê îfade da, bi heman hincetê hate girtin û şandin Girtîgeha Tipa T a Şirnexê.