Dayankaç, li gel qizap û rehevala wê hat definkirin

Endama YPS-JIN Leyla Dayankaç li Geverê li gel xizm û rehevala wê ya zarokatî û têkoşînê hate definkirin. Dayika Dayankaç jî di merasîmê de axivî û Erdogan şermezar kir.

Endama YPS-JIN Leyla Dayankaç li Geverê li gel xizm û rehevala wê ya zarokatî û têkoşînê hate definkirin. Dayika Dayankaç jî di merasîmê de axivî û Erdogan şermezar kir. 

Cenazeyê endama YPS-JIN Leyla Dayankaç a ku 28’ê Adarê li navçeya Geverê ya Colemergê jiyana xwe ji dest dabû anîn Amedê. Dayankaç li ser nifûsa Bedlîsê qeydkirî bû, lê li ser wasiyeta wê anîn Amedê û li Goristana Yenî defin kirin. 

Li ser wasiyeta Dayankaç, cenazeyê wê li gel gel xizm û rehevala wê ya zarokatî û têkoşînê Kader Çoban a ku 20’ê  Adarê li Geverê jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin. 

ERDOGAN HAT ŞERMEZARKIRIN

Dayik Tevrat Dayankaç  got ku Serokkomarê Tirk R.T.Erdogan li ser navê Mislimantiyê qetlîaman pêş dixe û Erdogan şermezar kir. 

Bav Mehmet Salîh Dayankaç  jî bi navê “Hevala Leyla” bang li keça xwe kir û spasiya hemû kesên beşdarî merasîmê bûne kir. 

Malbata Dayankaç  piştî merasîmê ji bo qebûlkirina sersaxiyan derbasî Mêrsînê bû.