YPG: Çeteyan êrîşî Şêxler û Eyn Îsa kirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî bajarokên Şêxler û Eyn Îsa kirine.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî bajarokên Şêxler û Eyn Îsa kirine.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî bajarokên Şêxler û Eyn Îsa kirine.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser bajarokên Şêxler û Eyn Îsa, bi daxuyaniyeke nivîskî agahî dan.
Daxuyaniya YPG’ê ev agahî parve kirin:
“13’ê Adarê saet 14.00’an de çeteyên DAÎŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.
13’ê Adarê saet 11.00 - 12.00’an çeteyên DAÎŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser bejahiya Rojhilatê bajaroka Eyn Îsa.
Komên çete saet 12.00-14.00’an jî bi çekên giran êrîşî derdora gundê Şergirat a dikeve Rojhilatê bajaroka Eyn Îsa kirin.”