Ji bo xwezaya Kurdistanê 7 hezar şitlên daran çand, 20 cureyên heywanan xwedî dike
Seyît Ercîn ê li bajarokê Awiskê yê navçeya Qûbînê dijî, bi çandina 7 hezar şitlên daran re hem ji bo xwe hem jî ji bo ruhberên din qadeke jiyanê afirand.
Seyît Ercîn ê li bajarokê Awiskê yê navçeya Qûbînê dijî, bi çandina 7 hezar şitlên daran re hem ji bo xwe hem jî ji bo ruhberên din qadeke jiyanê afirand.
Seyît Ercîn ê li bajarokê Awiskê yê navçeya Qûbînê dijî, bi çandina 7 hezar şitlên daran re hem ji bo xwe hem jî ji bo ruhberên din qadeke jiyanê afirand. Ercîn bi vê hewldana xwe re tvkariyê li hevsengiya eko sîstemê dike.
Li bajarokê Awiskê yê navçeya Êlih Qûbînê, mamosteyê teqawî Seyît Ercîn li erdekî ji 127 hektarî yê 10 kîlometre li aliyê başûr, qadeke nû ya jiyanê ava kir. Ercîn di nava 30 salan de 7 hezar dar şîn kir. Ercîn ê bi tenê dijî û ji ber ku ne zewiciye zarokên xwe nîne, 20 celebên heywanên li herêmên cuda yên Kurdistanê dijîn xwedî dike. Tevî hespê Safkan, teyrê tawiz û heywanên din ên pînikê, her wiha xezala Rihayê jî li vê qada xwe ya daristanî xwedî dike.
Ercîn da xuyakirin, ku bêyî xerakirin eko sîstemê, divê hemû ruhberên li Mezopotamyayê werin parastin û bibîr xist, ku beriya 50 salan fêkiyên Kurdistanê ji Derya Spî re dihat şandin, lê niha qadên daristanî, dehl û rez roj bi roj tine dibin.
'DIVÊ EM HEZKIRINA JI XWEZAYÊ MEZIN BIKIN Û BELAV BIKIN'
Ercîn ji me re qala nêrîna xwe ya avakirina 'bihuştê' li herêmeke beyar kir û got, "Min mamostetî dikir. Xeyala min ew bû ku di dema teqawîtbûnê de li derveyî bajêr, li derveyî gundan, li cihekî mirov lê nîne bijîm. Bi vê xeyala xwe re min li erdê me yê beyar bîr kola û li herêma ji 127 hektarî fisteq, darên fêkî û xemlê çand. Piştî ku teqawît bûm, min li vî cihî ji xwe re xaniyekî ji keviran çêkir û li vir bi cih bûm. Ez bawerim min xeyala xwe bi cih anî. Min 7 hezar dar çand. Her wiha ji gelek celeban heywanên min hene. Min ji Serêkaniye cotek ji xezalan anî. Par çêlikê wan çêbûn û îsal 2 xezalên min avis in. Di vê biharê de wê hejmara wan bibe 8. Teyrên min ên tawiz hene, ew jî sal bi sal zêde dibin. Gelek heywanên min ên li pînikan hene. Her wiha hespê min safkan (Sorgul) heye. Xweza ji ber ku li min tê, min jiyaneke bi vî rengî hilbijartiye. Ya rast divê mirov hezkirina ji xwezayê zêde bikin û li nava mirovan belav bikin. Mirovên ku dibînin erdê beyar veguheriye bihuştê, êdî bi xwe jî biryara digirin. Ez gelekî pê kêfxweş im ku niha gelê me ji ber xwe ev daran diçîne.
Seyît Ercîn da xuyakirin, ku parastina jiyana xwezayî û ji nû ve şînkirina xwezaya Mezopotamyayê pêkan e.