PE Rapora Tirkiyeyê bi 375 dengan pejirand
Parlamentoya Ewropa (PE) rapora Tirkiyeyê parve kir û di raporê de Serokomar Erdogan şermezar kir. PE, hikûmeta AKP'ê jî bi zimanekî tund rexne kir.
Parlamentoya Ewropa (PE) rapora Tirkiyeyê parve kir û di raporê de Serokomar Erdogan şermezar kir. PE, hikûmeta AKP'ê jî bi zimanekî tund rexne kir.
Parlamentoya Ewropa (PE) rapora Tirkiyeyê parve kir û di raporê de Serokomar Erdogan şermezar kir. PE, hikûmeta AKP'ê jî bi zimanekî tund rexne kir. PE bi yek dengî ev rapora Tirkiyeyê qebûl kir. Raportorê PE'ê yê Tirkiyeyê Katî Pîrî, diyar kir ku rakirina vîzeyan nagihêje Hezîranê.
Raportorê Holandî yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Katî Pîrî, Rapora Tirkiyeyê amade kir û rapor li Lijneya Giştî ya PE bi yek dengî hate qebûlkirin. Katî Pîrî, di raporê de Tirkiyeyê bi zimanekî tund rexne kir û li ser pirsgirêka Kurd û azadiya çapemeniye rawestiya. Dîsa di raporê de Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan jî şermezar kir. Rapor wiha ye:
'JI PÎVANÊN KOPENHAGÊ DÛR KETIYE'
"PE, ji ber ku Tirkiye ji hiqûq, demokrasî, yekaliya serxwebûna darazê, azadiya ramanê, mafê mirovan ê heq û hiqûqê dûr ketiye bi fikar e. Ji ber ku ji pîvanên Kopenhagê dûr ketiye fikar zêde bûne.
ÊRÎŞA Lİ DIJÎ MEDYA
Divê li Tirkiyeyê êrîşên li hemberî çapemeniyê bi dawî bibin. Divê çalakiyên li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran zêde bibin. Divê gef bên lêpirsîn. PE, girtin û zextên li ser rojnamegeran bi awayekî hişk şermezar dike.
PIRSGIREKA KURD
Der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de hewldan tunene. Divê PKK dest ji çekan berde û bi rêya zagonî û aştiyê bîne ziman. Divê operasyonên bi navê terorê bi pîvan bên kirin.
Divê Komîsyona YE Rapora Pêşketina 2015'an a piştî hilbijartina Tirk paşve bixin û ji ber hikûmeta Tirkiyeyê li hemberî mafê penaberan bêdeng maye biryara şaş daye.
Di qada daraz, mafên bingehîn, edalet û azadiyê de bi lezgîn pêdivî ji reforman heye.
PE, ji ber ku di qada ramana azadiyê û medya serbixwe de li gorî pîvan û krîterên Ewropa tevnegeriyaye û daxuyaniyên Serokkomar ên li hemberî makezagonê şermezar dike. Dîsa ji ber berdana rojnameger Can Dundar û Erdem Gul serbest hatine berdan kêfxweşiya xwe tîne ziman. Divê rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Ji ber otorîteriya Tirkiye xemgîn e.
Divê Tirkiye berî her tiştî bi nelirêtiyê re têbikoşe. Divê hurmetê nîşanî tarza jiyana mirovan bide. Divê rê li pêş tundiya li hemberî jinê bigire. Ji ber tundiya li hemberî jnê zêde ye bi fikar e. Dîsa ji ber akademîsyen ji ber fikrên xwe hatine girtin pir xemgîn e. Nêzîkatiya Tirkiye ya li hemberî penaberên Sûrî divê bê rastkirin.
RAPORA TIRKIYE YA PE: VÎZE NAGIHÊJE HEZÎRANÊ
Raportorê Parlamentorya Ewropa (PE) yê Tirkiyeyê Katî Pîri, têkildarî vîzeyên peymana di navbera Tirkiye û Ewropa ya "Peymana qebûlkirina vegerandinê" diyar kir ku dibe vîze negihêjin meha Hezîranê.
Katî, têkildarî Rapora PE ya Tirkiyeyê ku li Strasboûrgê konferansa çapemeniyê pêk anî û taslaka raporê bi çapemeniyê re parve kir.