Li Silopiyayê maşîneyên kar dixebitin, mal tên hilweşandin

Li taxên Başak û Barbaros ên Silopiyayê ji ber biyraya “gelemperîkirinê” gelek mal hatin hilweşandin, hêzên dewleta Tirk ên bi maşîneyên kar dikevin taxan hilweşandina malan dewam dikin.

Li taxên Başak û Barbaros ên Silopiyayê ji ber biyraya “gelemperîkirinê” gelek mal hatin hilweşandin, hêzên dewleta Tirk ên bi maşîneyên kar dikevin taxan hilweşandina malan dewam dikin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku ji nû ve biryara “qedexeya kolanan” hate îlankirin, malên li taxên Başak û Barbaros ên biryara “gelemperîkirinê” li ser wan heye, têne xirakirin. Li navçeyê ti şer naqewimin, hate ragihandin ku li 407’emîn kolana Taxa Başakê wê bi dehan malên din jî bên hilweşandin.
Hêzên dewletê yên bi maşîneyên kar ketin taxan, ji şêniyan xwestin ku alavên xwe ji malan derxin. Mirovên ku bi qedexeyê re ji malên xwe bi zorê hatine derxistin jî ji ber li taxên din bi cih bûne nikarin bigihêjin malên xwe.

Li gor agahiyên ji şêniyên taxê, alavên hewl didin ji malên bên xerakirin rizgar bikin, hewl didin derxin derveyî taxê.

Hate diyarkirin ku li taxên Başak û Barbarosê bi dehan mal hatin hilweşandin, hate ragihandin ku li her du taxan jî maşîneyên kar hilweşandina malan didomînin.