Gerîlayê HPG’ê Kizilsoy ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Mesût Kizilsoy ê di şerê bejahiya di navbera navçeya Ezabkûr a Mûşê û Norşîn a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Mesût Kizilsoy ê di şerê bejahiya di navbera navçeya Ezabkûr a Mûşê û Norşîn a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mesût Kizilsoy (Bahoz Serhat) ê di şerê bejahiya di navbera navçeya Ezabkûr a Mûşê û Norşîn a Bedlîsê de derketibû jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve ji saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate girtin û anîn gundê Kimsorayê. Cenazeyê Kizilsoy di ketina navçeya Mûşê de ji aliyê girseyeke qelebalix ku di nav de rêveberên HDP, DBP’ê, MEYA-DER û TUHAT-DER de hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Kizilsoy piştî ku birin mala malbata wî, rakirin ser milan û ber bi goristana gund ve bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Qatil Erdogan” qîr kirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Kizilsoy bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” hate definkirin.
Di merasîmê de bavê gerîlayê HPG’ê Kizilsoy Medenî Kizilsoy axivî û diyar kir ku kurê wî ji bo Kurd û Kurdistanê canê xwe daye û wiha anî ziman: “Kurê min kurê hemû gelê Kurd e. Şehîdê gelê Kurd e. Ji bo gelê Kurd canê xwe feda kir. Serê hemû gelê Kurd sax be.”
Ziya Çalişkan ê Endamê HDP’ê jî wiha anî ziman: “Me ji bo aştî û azadiyê ciwanekî din jî sparte axê.”
Piştî merasîmê bi hezaran kesî konê sersaxiyê yê li gund hatî avakirin ziyaret kirin.