Polîsên Tirk 11 saetan li avahiya DBP’ê geriyan
Polîsan serê sibehê bi ser avahiyên DBP'ê yên bajarê Amedê û navçeya Peyasê de girtin û li avahiya DBP'ê 11 seetan lêgerîn kirin.
Polîsan serê sibehê bi ser avahiyên DBP'ê yên bajarê Amedê û navçeya Peyasê de girtin û li avahiya DBP'ê 11 seetan lêgerîn kirin.
Yekîneyên polîsan saet di 06:00'ê sibehê de bi ser avahiyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçeya Peyas û bajarê Amedê de girtin. Polîsan di serdegirtina hemwext de Heverokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek û Hevserokên Navçeya Peyasê yê DBP'ê Mustafa Uyguner û Sevîm Adsoy binçav kirin. Lêgerîna avahiya DBP'ê ya navçeya Peyasê di saetên nîvro de bi dawî bû. Lêgerîna avahiya DBP'ê ya bajar jî piştî 11 saet şûnde bi dawî bû. Lêgerîn saet ji 06:00'an de destpê kir heya 17:00'ên êvarî berdewam kir. Lêgerîn bi hinceta ku navnîşan a karê Alî Şîmşek e pêk hat.
Hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî, toma, Ford Ranger û hêzên çevîk avahî dorpêç kirin. Di dema lêgerînê de hevserokên şaredariya mezin ên Amedê, parlementerên HDP'ê yên Amedê û xebatkarên HDP û DBP'ê û gelek welati li ber deriyê avahiyê kom bûn. Avahiya DBP'ê ya bajar rastî lêgerînek zirav hat. Polîsan li her derê lêgerîn kirin û her der tevlîhev kir. Polîsan di lêgerînê de wêne û pankart desteser kirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Sêvê Demîr, alên PKK, KCK, endamên PKK, YPG'î yên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, hardên compîteran, nîvîs, pirtûk tev kom kirin û desteser kirin. Polîsan Lênûsa biranînê ya Sakîne Cansiz jî desteser kir. Saetên dîwar jî hat daxistin û nava wê jî hate vekirin.
Polîsan piştî lêgerînê hemû alav û amûrên ku desteser kirin bi kamyonekê ve bi xwe re birin.