YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ku 13’ê Nîsanê li herêma Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir.
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ku 13’ê Nîsanê li herêma Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir.
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ku 13’ê Nîsanê li herêma Efrînê jiyana xwe ji dest dabû, eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî rewşa heyî daxuyaniyek da û nasnameya şervanekî xwe eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Bê gûman encama berxwedana ku şervanên vî welatî bêyî sekinandin bi rê ve dibin mîsogeriya pêşerojek azad û demokratîk e. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro gihîştine cihekî ku tevahî cîhan behsa lehengî û wêrekiya wan dike. Şoreşa Rojava bi cengawerên xwe tê parastin, ciwanên Kurd îro erkên xwe yên dîrokî bi cîh tînin. Ji wan qehremanan îro em hevriyekî xwe yê tevlî karwanê nemiran bûye bi rê dikin. Ew jî heval Şaho ye ku bi welatparêzî û hevaltiya xwe ya bê dawî dihat naskirin e. Şer û jiyana şehîd Şaho wê herdem di ramanên me de zindî bimîne.
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di serî de ji malbata şehîd Şaho, em ji bo tevahî malbatên şehîdan sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li beramberî mezinahiya wan ditewînin.”
Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye:
Nasnav: Şaho Peyman
Nav û Paşnav: Nûrî Dada
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Qitme, Şêran, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn 13-04-2016