BI DÎMEN

Şervanên Tirkmen: Em ê Minbicê azad bikin

Şervanên Siwar El Minbic Yilmaz Tirkmenî û Welat Cûdî diyar kirin, ew ê herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, azad bikin.

Şervanên Siwar El Minbic Yilmaz Tirkmenî û Welat Cûdî diyar kirin, ew ê herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, azad bikin.

Şervanên Siwar El Minbic Yilmaz Tirkmenî û Welat Cûdî li eniya Tişrînê ji ANF'ê re axivîn.

EM DIXWAZIN HEMÛ GEL BI HEV RE DI NAVA WEKHEVIYÊ DE BIJÎN

Yilmaz Tirkmenî got, "Weke şervanên Siwar El Minbic û Meclîsa Lekerî ya Minbicê em dixwazin di navbera gelan de bibin pirek. Em dixwazin hemû gel bi hev re di nava wekheviyê de bijîn."

Yilmaz Tirkmenî da xuyakirin, ku armanca wan di serî de Minbic, Reqqa, Cerablûs, Îdlib û Heleb paqijkirina temamiya xaka Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ e û bang li tevahiya gelê Tirkmen bi taybetî jî ciwanên Tirkmen kir, ku di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih bigirin.

TIRKIYE ALÎKARIYÊ NADE TIRKMENAN

Yilmaz Tirkmenî, der barê îdîayên dewleta Tirk ku dibêje 'Me alîkarî da Tirkmenan û me çek ji wan re şand" de ev nirxandin kir: "Ez bi xwe Tirkmenek im. Dewleta Tirk heta roja îro ti alîkarî nedaye me Tirkmenên Sûriyeyî. Berevajî em bi çeteyên weke Tûgaya Sûltan Mûrad, Lîwa Hemze, Feyleq Şam, Feyleq 16, DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam re rû bi rû hiştiye. Van koman heta roja îro serê gelek Tirkmenên bi wan re nemeşiyan, jê kirine. Sirgûn û îşkence kirin.

BANGA YILMAZ TIRKMENÎ LI GELÊ TIRKMEN

Weke birayên we yên Tirkmen me cihê xwe di nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de girt. Hem ji bo têkoşîna hevpar a gelan hem jî ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê em tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn. Em ê têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê bidomînin. Di serî de DAIŞ em ê hemû çeteyan ji Sûrieyê biqewirînin û Sûriyeyê azad bikin. Herî dawî bang li gelê Tirkmen û ciwanên Tirkmend ikim ku tevlî nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin."

'ARMANCA ME YA BINGEHÎN AVAKIRINA JIYANEKE HEVPAR A GELÊN SÛRIYEYÊ YE'

Şervanekî din ê Siwar El Minbic Welat Cûdî jî diyar kir, armanca wan a bingehîn avakirina jiyaneke hevpar ji bo gelên Sûriyeyê ye û destnîşan kir, ku ew dixwazin Sûriyeyeke Demokratîk a Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û Tirkmen bi ziman û ala xwe lê bijîn ava bikin.

Cûdî da zanîn, Tirkmen jî parçeyek ji gelê Sûriyeyê ye û bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîa Leşkerî ya Minbicê di pêvajoyeke ewçend hesas de. Cûdî da xuyakirin, ku avakirina Meclîsê ji aliyê gelê Minbicê û gelek herêmên Sûriyeyê ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin û diyar kir, ji bo azadiya gelên Sûriyeyê û avakirina Sûriyeya Demokratîk ew ê bi din sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih bigirin.

'DIVÊ TIRKMEN TEVLÎ MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ BIBIN'

Cûdî herî dawî ji bo avakirina Sûriyeya Demokratîk ev bang li Tirkmenan kir: "Yên xwe Tirkmen dibînin, Tirkmenên welatparêz divê tevlî nava refên me bibin. Girîng e Tirkmen hemû tevlî xebatên ji bo pêşeroja Sûriyeyê bibin. Eger em tevlî vê şoreşê nebin, wê di dema pêş de zehmetiyên giran derkevin pêşiya me. Ez bi hêvî me, bila ti kes ji hêzên derve bawer neke! Armanca wan ne pêşdebirina şoreşa Sûriyeyê ye, xerakirina şoreşê ye. Ez ji Tirkmenan dixwazim ku bi taybetî neyên lîstikên dewleta AKP/Erdogan û hemû hêzên derve."