Çeteyên AKP’ê li gundê Hewar Kîlîsê qetlîam pêk anîn

Çeteyên Qesrê li gundê Hewar Kîlîs ê girêdayî herêma Şehba ya Rojava qetlîam pêk anîn.

Çeteyên Qesrê li gundê Hewar Kîlîs ê girêdayî herêma Şehba ya Rojava qetlîam pêk anîn.

Li gorî agahiyên ANHA’yê, çeteyên Sûltan Mûrat bi tankan êrîşî gundê Hewar Kîlîs ê herêmên Şehbayê kir, di encama êrîşê de jin û zarok jî di nav de nêzî 25 kes hatin qetilkirin.

Ji sivîlên ku hatine qetilkirin ên ku navên wan hatine hînbûn ev in: Îbrahîm Hilwî û hevsera wî Gulê Hilwî, Îbrahîm Henîfî û hevsera wî û çend endamên malbata Îdrîs.
Hewar Kîlîs 8 kîlometreyan dikeve bakurrojhilatê Ezazê.