HDP’ê, qetlîama Enfalê lenet kir

HDP’ê, qetlîama Enfalê lenet kir û wiha got: “Desthilatdarên ku sûcên mirovahiyê dikin, di dîrokê de weke nuqteyek qirêj dimînin.”

HDP’ê, qetlîama Enfalê lenet kir û wiha got: “Desthilatdarên ku sûcên mirovahiyê dikin, di dîrokê de weke nuqteyek qirêj dimînin.”

Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi wesîleya 14’ê Nîsanê salvegera Qetlîama Enfalê daxuyaniyek da.

HDP’ê di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Di dema Sedam Huseyîn de li Herêma Kurdistana Iraqê gelê Kurd rastî gelek êrîşên dijwar hatin. Rejîma Baas a Iraqê di salên 1986-1989’an de bi êrîşa plankirî ya navê ‘Tevgera Enfalê’ li hemberî gelê Kurd dest bi bomberdûmana hewayî kir, çekên kimyewî, qetlîmanên komî, cihên jiyanê hilweşandin û şewitandin, neçarî koçkirinê hiştin. Di van êrîşan de ciwan, kal, jin,mêr û zarok nêzî 200 hezar kes hatin qetilkirin. 4.500 gund hatin şewitandin û hilweşandin. Ji milyonekê zêdetir mirov koçber bûn; dibistan, mizgeft û nexweşxane hatin şewitandin û hilweşandin.”

Tevgera Enfalê di sala 1988-1989 gihişte lûtkeya herî bilind, 16’ê Adara 1988’an li bajarê Helepçe li hember gelê Kurd bi çekên kîmyewî di dîrokê de yek ji qetlîamên li hember sivîlan a herî giran pêk anîn.” Daxuyaniyê wiha dom kir:

‘WÊ DÎROKA DESTHILATDARAN WEKE NUQTEYEK QIRÊJ DERBAS BIBE’

“1’ê Adara 2010’an Dadgeha Ceza ya Bilind a Iraqê, qetlîama Helepçe a ku weke parçeyek ji plana Tevgera Enfalê weke qirkirin (Genosîde) pejirand. Ev qetlîama ji aliyê Parlamentoya Iraqê û Meclîsa Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve weke qirkirin hate pejirandin. Tevgera Enfal, di Parlamentoyên Îngilistan, Swêd û Norveçê de jî weke ‘Qirkirina Kurdan” hat naskirin.

Îro sûcê mirovahiyê yê tê kirin weke qetlîama Enfalê veşartî namîne, di hiqûqa Navneteweyî û Netewî de û di wijdana civakê de wê bê lêpirsîn û dadgehkirin. Desthilatdarên ku sûcê mirovahiyê dikin, dûr an jî nêzîk wê ji ber sûcê xwe bên nasîn û wê di dîrokê de weke nuqteyek qirêj derbas bibin.”

 ‘WÊ LI BER BERXWEDANA QURBANIYAN STUYÊ XWE BITEWÎNIN’

Di dawiya daxuyaniya HDP’ê de ev hatin gotin: “Her sal 14’ê Nîsanê, qurbaniyên Tevgera Enfalê tên bibîranîn. Mirovên hatin qetilkirin tên bibîranîn. Tevgera Enfal a ku weke yek ji qirkirinên Kurdan tên nasîn careke din em lenet dikin. Li hember berxwedana bi rûmet ya qurbaniyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”