Cenazeyên 20 cangoriyên têkoşîna azadiyê veşartin
Cenazeyên 20 cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê hatin veşartin.
Cenazeyên 20 cangoriyên têkoşîna azadiyê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li Efrînê hatin veşartin.
Cenazeyên 19 endamên HPG, TEV-DEM û Asayîşê ku di demên cûda de yên têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê û şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dabûn û sivîlên ku di buyerên serhildana 12’ê Adara 2004 a Qamişlo de jiyana xwe ji dest dabûn û di demên dawiyê de ji goristanên gundên Efrînê hatibûn derxistin û şervanê YPG’ê Nûrî Dada (Şaho Peyman) ku di 13’ê Nîsanê de li Til Rifat jiyana xwe ji dest dabû li goristanên Şehîd Refîq û Seydo yên Efrînê hatin oxirkirin.
Ji bo wergirtina cenazeyan, bi sedan şêniyên Efrînê li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hatin cem hev. Welatiyên ku li hev civiyan alên YPG/YPJ’ê û wêneyên têkoşeran hilgirt û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re, berz dikirin.
Piştî wergirtina cenazeyan girseya gel berê xwe da navçeya Mabeta û li qadek navçeyê merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Di destpêkê şervanên YPG’ê û endamên Erka xweparastinê merasîmeke leşkerî lidar xistin.
Piştre jî Serokê Desteya Parastinê Ebdo Îbrahîm, li ser navê Saziya malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed, TEV-DEM’ê Endamê Rêveberiyê Rojhilat Têkoşer û li ser navê malbata têkoşer Ibêd Hesen jî keça wî Bêrîvan Hesen, axivîn.
Di axaftinan ji malbatên têkoşeran re sersaxî hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Piştî ku merasîm bi dawî bû, belgeyên şehadetên yên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Paşê jî cenazeyên ‘Ibêd Hesen, Eyûb Bekir Hesen, Kajîn (Elî Soro), Zinar (Lûqman Reşîd) li goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindrêsê, hatin veşartin.
Cenazeyê Seîd Mûsa, Izzet Robarî, Zeyneb Çawîş,Îbrahîm Serbrî Mihemed, Celal Îbrahîm, Ferîde Ehmed, Bettal Ebdo, Reşîd Hebîb, Elî Şêx Mihemed, Mihemed Mistefa, Welat Seydo, Mihemed Cefer, Ebdilrehman Bekir, Fewzî Hesko, Mistefa Reşîd û Şaho Peyman jî li goristana Şehîd Refîq hatin veşartin.