Li Şirnexê avahiya ku çeteyên Qesrê ketinê hilweşiya

Li Şirnexê avahiya ku çeteyên Qesrê ku leşkerên payebilind jî tê de hene, ketinê hilweşiya. Hat ragihandin ku gelek mirî û birîndar hene.

Li Taxa Îsmetpaşa ya Şirnexê avahiya ku gelek çeteyên Qesrê ketinê ji ber teqînê hilweşiya û gelek çete di bin avahiyê de man.

Li Taxa Îsmetpaşa ya Şirnexê şerên dijwar diqewimin, maleke ku ji aliyê leşkeran weke bargehê dihate bikaranîn bi taqemeniyan ji berê ve wek kemînê hatine danîn hate teqandin. Di encamê de avahî hilweşiya û gelek leşker ku di nav de payebilind jî hene di bin de man. Nehat hînbûn ku bê ka çend kes di bin xirbeyan de mane, tê gotin ku gelek birîndar hene. Piştî teqînê bi dehan ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Şerên li bajêr li gelek nuqteyan dewam dikin.