Li hember taxên berxwedanê yên Nisebînê bomberdûman
Li hember Taxên Firat, Abdûlkadîrpaşa, Zeynelabîdîn û Kişla yên Nisebînê bi topan bomberdûman tên kirin.
Li hember Taxên Firat, Abdûlkadîrpaşa, Zeynelabîdîn û Kişla yên Nisebînê bi topan bomberdûman tên kirin.
Li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê ev 33 roj in şerên giran diqewimin.
Ji wesayîtên zirxî yên li ser sînorê Qamişlo – Nisebînê hatine bicihkirin taxên Kişla û Zeynelabîdîn têne bomberdûmankirin. Wesayîtên zirxî yên li Nexweşxaneya kevin a Dewletê û li ser Reya Îpekê hatine bicihkirin jî Taxên Firatê û Abdûlkadîrpaşa bomberdûman dikin.