Li Nisêbînê topên hewanê avêtin derdora malan!
Çeteyên AKP/Qesrê li Nisêbînê jiyana sivilan dikin hedef, li Taxa Derê (Akagi) topa hewanê avêt nêzî malan.
Çeteyên AKP/Qesrê li Nisêbînê jiyana sivilan dikin hedef, li Taxa Derê (Akagi) topa hewanê avêt nêzî malan.
Êrîşên qirker ên çeteyên AKP/Qesrê yên li hemberî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û her wiha li hember vê berxwedana YPS/YPS-JIN’ê di roja 33’yemîn de ye.
Çeteyên AKP/Qesrê yên nikarin berxwedanê bişkînin û bikevin taxan vê carê jî bi hewanan êrîşî navçeyê dikin.
Dema bombekirinê de 2 topên hewanê li Taxa Derê ya 2 kîlometre dûrî navçeyê ket. Ji topên hewanê yên 30 metre nêzî malan ket yek teqiya, ya din jî di axê de ma.
Topa hewanê ya teqiya li şûna xwe kortek hişt.
Şêniyan diyar kirin ku tevî vê xeteriya jiyanî jî ti rayedarî ti lêkolîn an jî lêpirsîn nekirine.