Hestiyên 24 kesên di Komkujiya 38'an a Dêrsimê de hatin şewitandin û qetilkirin, piştî 78 salan li Xozadê hatin dîtin.
Beriya du salan, li navçeya Dêrsim Xozadê gora komî hatibû dîtin û li ser vê yekê dozgeriyê lêpirsîn dabû destpêkirin. Li ser serlêdana Huseyîn Baran ê xizmên wî di komkujiyê de hatin qetilkirin, cihekî li nêzî gundê Karabayir ê Xozadê hat kolandin û gelek hestiyên mirovan hatin dîtin.
Parêzerê malbatên Canan û Baran Cîhan Soylemez da xuyakirin, ku hestiyên hatin dîtin piştî testa DNA radestî malbatan hatin kirin. Malbatên Canan û Baran hestiyên xizmên xwe yên berî 78 salan hatin qetilkirin xistin kîsên ji kevnikan û anîn malên xwe.
Hestiyên hatin dîtin, wê di 4'ê Nîsana 2016'an de bi merasîmekê werin veşartin.