Gule li ser mertalên zindî reşandin

Operasyona ku li çoltara Farqînê hatiye destpêkirin berdewam dike, mertalên zindî yên xwestin biçin herêma şer ji aliyê leşkeran Tirk ve hatin gulebarankirin.

Qedexeya derketina derve ya li dijî taxên wekî Hindês û Şêlima yên navçeya Farqîna Amedê berdewam dikin. Mertalên zindî yên ku xwestin biçin herêmê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin gulebarandin. Welatiyên ku li Licê bi rê ketin xwe gihandin Hindêsê, welatiyên ku li vir li hev civiyan ber bi herêma şer ve xwestin bimeşin, lê di dema meşê de ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin. Di êrîşa çeteyên rejîmê de tiştek bi canê kesî nehat, hate gotin ku welatî dîsa vegeriyana Hindêsê.

Sekna welatiyan a herêmê berdewam dike.