Kampanya ji bo azadiya rojnamevanên girtî

Kampanya Cemiyeta Rojnamevanên Azad a ji bo azadiya rojnamevanên girtî, dewam dike. Hevserokê Cemiyetê Hakki Boltan diyar kir, ku armanca wan berhevkirina 10 hezar îmzeyan e.

Kampanya Cemiyeta Rojnamevanên Azad a ji bo azadiya rojnamevanên girtî, ku di 13'ê Nîsanê de li ser întenetê hat destpêkirin, dewam dike. Kampanya li ser navnîşana "https://www.change.org/p/tutuklu-gazetecilere-%C3%B6zg%C3%BCrl%C3%BCk-adalet-bakanlik" tê maşdnin Hevserokê Cemiyetê Hakki Boltan da xuyakirin, ku zêdebûna zextên li hemberî rojnamevanan, rewşeke stratejîk e.

BANGA DESTEKÊ

Boltan bibîr xist, ku di nava 3 mehan de 29 rojnamevan hatine girtin û got, "Eger li welatekî rojnamevan tên girtin û li girtîgehan tên bicihkirin, wê demê li vî welatî dîktatorî heye." Boltan diyar kir, wan li hemberî zilm û zexta li dijî rojnamevanan dest bi kampanyayê kirine û bang li her kesên alîgirê nêrîna azad kir, ji bo destekê bidin kmapanyayê

Boltan da zanîn, ku ew dixwazin 10 hezar îmzeyan kom bikin, van îmzeyan radestî Wezareta Edaletê bikin û bixwzin hemû rojnamevanên girtî werin berdan.