Amedî xwe ji bo mîtînga mezin amade dikin

Amedî wê li hemberî operasyonên qirkirina siyasî û dagirkeriyê mîtîngê lidar bixin. Rêveberê DBP'ê yê Bajarê Amedê Eflatûn ji bo mîtînga sibe banga tevlîbûnê li gel kir.

Sibe wê li Amedê, li dijî operasyonên qirkirina siyasî û biryara dagirkeriyê ya  AKP/Qesrê li dijî Sûrê wergirtiye, wê meşek bê lidarxistin. Bi tevlîbûna HDP, DBP, KJA, KCD, DEM-GENÇ'ê wê li ber avahiya DBP'ê ya bajêr mîtîngek pêk were. Hevserokên DBP, HDP, KCD, HDK û KJA, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û parlamenter wê beşdarî çalakiyê bibin.

'EM SIBE LI BER AVAHIYA DBP'Ê YA BAJÊR DENGÊ XWE BILIND BIKIN'

Rêveberê DBP'ê yê Bajarê Amedê Abdullah Eflatûn ji bo mîtînga sibe ya li dijî zext, êrîş û operasyonan bang li gelê Amedê kir, ku tevlî bibe.

Eflatûn got, "Di serdegirtina duh de Hevserokê me hat binçavkirin. Lêgerîna li avahiya partiya me 11 saetan dewam kir û gelek materyal hatin desteserkirin. Amadekariyên mîtînga me ku wê Hevserokên me jî lê amade bin, qediya ne."

Eflatûn got, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li hemberî van operasyonan xwedî li partiya xwe derkeve. Em bang li gelê Amedê dikin ku sibe bê ber avahiya DBP'ê ya bajêr û dengê xwe bilind bike."