Bombe li Farqînê hatin barandin
Piştî ku li 10 gundên navçeya Amed Farqînê ji duh saet 19:00 û pê ve derketina derve ji aliyê Walîtiya Tirk a li Amedê ve hat "qedexe"kirin, balafirên şer ên Tirk bejahiya gundên Şêlima û Hindêsê bombe kirin.

Danê sibehê balafirên keşfê li herêmê geriyan. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, ji danê sibehê ve bejahiya gundên Şêlima û Hindêsê careke din hat bombekirin. Agahî nîne ku ji ber bomberdûmanê tiştek bi kesî hatiye yan na. Tê gotin, bomberdûman û gulereşandina li herêmê hînê dewam dike.
Çavkaniyên herêmî dan zanîn, li herêmên "qedexe" lê hatiye îlankirin leşker li gundan disekinin û herêm ji aliyê balafiran ve tên bombekirin.