Mertalên Zindî çûn herêma operasyonê
Li dijî bombekirina bombekirina bejahiya Farqînê, bi qasî 100 mertalên zindî ji Liceyê ketin ser rê û berê xwe dan herêmê.
Li dijî bombekirina bombekirina bejahiya Farqînê, bi qasî 100 mertalên zindî ji Liceyê ketin ser rê û berê xwe dan herêmê.
Mertalên zindî berê xwe dan gundên Şêlima û Hindês ên Farqînê, ku piştî ragihandina "qedexeya derketina derve" ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tên bombekirin. Tevî hemû hewldanên astengkirinê yên dewleta Tirk, meratlên zindî xwe gihandin gundê Zarê yê di navbera Lice û Farqînê de cih digire.
Mertalên zindî ku destûr ji wan re nayê dayîn xwe bigihînin herêma oeprasyonê, li gundê Zarê disekinin. Herêma bejahî û çiyayî ya li pêşberî vî gundî jî, bi dijwarî tê bombekirin.
Welatiyên ji taxên derdorê hatine jî destekê didin mertalên zindî.
Li aliyê din, gundiyên Hindês û Malê Gir jî hewl didin biçin herêma operasyonê, lê belê leşkerên li van deran bi cih bûne, pêşî li wan digirin.