Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik li hemberî planên qirkirinê bang li Kurdan û hemû beşên civakê kir, ku li dijî AKP'ê bisekinin.
Bayik bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV û êrîşên qirkirinê yên AKP'ê nirxand.
Berî du rojan Erdogan li xwe mikur hat û got 'xerakirina Sûrê xeyalê min bû û niha xeyalê min pêk hat'. Dîsa got ku ev plan me hê di 2011’an de diyar kiribûn. Ne tenê Sûr, di vê planê de Cizîr, Silopiya, Şirnex û gelek bajarên Kurdan hene. Pêwîste bi taybetî gelê Kurd vê çawa bibîne û li hemberî vê helwesteke çawa nîşan bide?
Axaftinek bi nav û deng heye ku dibêjin; 'Qral tazî ye' îro Erdogan, AKP, dewleta Tirkiyeyê tazî ne, hem li pêş dinyayê, hem li pêş Kurdan û hem li pêş mirovahiyê tazî ye. Tu caran wek îro rastiyên wan derneketibû holê. AKP ji dema damezrandina xwe heya roja îro herkes dixapand, bi wan re hêvî çêdikir. Yanî digot ez ê 'di Tirkiyê de demokratîkbûnê pêş bixim. Pirskirêkên Kurdan, Elewiyan, mamosteyan çareser bikim'. Îro rastiya wan ji her alî ve derketiye holê. Êdî nikarin kesekî bixapînin. Nikarin hêviyê çêbikin, berê dikaribûn, derew dikirin herkes dixapandin, îro êdî nikarin kesekî bixapînin. Îro pêwîste her kesek jî vê baş bibîne. AKP’ya îro raste yan ya bêrê, Erdoganê berê rastbû yan yê îro, kîjan rast e? Axaftinek bi nav û deng heye ku dibêjin; ‘axaftinên mirov rastiya mirov e’ piratîkên mirov çibe, rastiya mirov jî ew e. Îro rastiya Erdogan AKP li Cîzîrê, Nisêbîn, Sûr, Şirnex, Hezex, Gimgim û li gelek cihan rastiyên wan tên jiyîn. Bi hezaran mirovan, bi zorê koçber dikin, derbeder dikin, qebristanên însana xera dikin, malên însanan talan dikin, jina, zarokan, extiyara, jinên hemîle dikujin, birîndara dikujin, cenazeyan dişewitînin, perçe perçe dikin. Vê jî li ber çavên her kesî dikin. Erdogan jî Davûtoglû jî AKP jî nikarin vê veşêrin. Ji ber vê jî Erdogan û Davûtoglû tiştên ku dixwazin bikin, daxivin. Çima vê daxivin? Ji ber ku êdî nikarin veşêrin. Yek jî ji bo ku desthilatiya xwe biparêzin, berdewam bikin pêwîste li Tirkiyê şovenîzmê pêş bixin, ku bikaribin faşîzmê pêş bixin, dengên wan bigirin, alîkariya wan bigirin ku bikaribin van qetlîaman û talanan pêş bixin. Xîtabê civaka Tirkiyê dikin, xîtabê şovenîzmê dikin, xîtabê nijadperestiyê, faşîzmê dikin ji bo ku alîkariya wan bigirin ku xwe biparêzin. Sûcê ku dikin, bikaribin veşêrin. Eşkere dibêjin, ya hûnê teslîm bibin, ya hûnê bimirin. Yanî derveyê kuştinê tiştekî nade pêşiya Kurdan. Teslîmbûyîn jî ji bo Kurdan mirin e, fîzîkî mirin jî ji bo Kurdan mirine. Yanî tenê ji bo Kurdan mirinê guncav dibînin. Ji ber ku dixwazin Kurd û Kurdistanê bixin xizmeta Tirkiyê, bixin xizmeta neteweya tirk, dixin xizmeta neteweya dewleta tirk bi vî awayî her tiştî bike tirk. Li pêşiya vê çi asteng heye ji holê radikin. Eşkereye Erdogan, AKP dijminê Kurdane, dijminê însanetiye. Îro Erdogan AKP ne tenê Kurdan dikuje, mirovahiyê dikuje. Ji ber ku li Sûrê ne tenê çanda kurdan, çanda mirovahiyê heye, dîroka mirovahiyê heye û ew dixwazin vê çandê bi giştî ji holê rabikin. Ev çiye? Ev li hember mirovahiyê dijmînî pêş xistine, di şexsê Kurdan de li dij hemû mirovahiyê dijmintiyê pêş dixin. Yên ku însan be, xwedî wijdan be, girêdayî nirxên mirovahiyê be, vê rastiyê dibîne, ji ber ku ne gengaz e mirov van nebîne. Yên ku ji van nirxan ve girêdayî be, nikare AKP, Davûtoglû, hevalbendê wan qebûl bike. Wê li dijî wan, ji nirxên mirovahiyê xwedî derbikeve. ‘Dibêjên; em ê ber li ser ber, serî li ser serî nehêlin.’ Ev hemû titî diyar dike. Yanî talîmatê eşkere dide û dibêje hûn ê hemû bajaran xera bikin, hûnê hemû Kurdan qetlîamê re derbas bikin. Yên ku teslîm nebe, nekeve xeta me wê di qetlîamê re derbas bibe. Ji xwe vî şerê dide meşandin, dixwaze Kurdistanê bi temamî ji holê rabike. Kurdan di qetlîamê re derbas bike ku bikaribe îradeya Kurdan bişikîne. Wan teslîm bigire û bixe xizmeta neteweya dewleta tirk. Bi navê Kurd û Kurdistan tiştekî nehêle. Ji bo wê niha hin koçberên ku li Sûriyeyê hatine, hin ciwanên wan çek dane destê wan berdana nav bajaran. Ewan heqeretê li gel dikin, çavên milet ditirsînin. Texmîn dikim ku gel vê ya jî dibîne. Û dixwazin wan koçberan bînin li cihên Kurdan de cih bikin. Pêwîste ew koçberana vê qebûl nekin. Bixwe jî erdê xwe, milkên xwe, malên xwe terk kirin, koçberbûn. Ew bixwe jî koçberî çiye, li ser erdê miletekî din jiyan kirin çiye baş dizanin. Çawa wê vê qebûl bikin, wê bên li ser erdê Kurdan, malên Kurdan xwe bi cîh bikin. pêwîste vê qebûl nekin. Ger ew însanin, girêdayî nirxên mirovahiyê ne, pêwîste vê qebûl nekin. Kurdan li milkên wan derbixînin, ew bikevin milkê Kurdan, dijminiyê ji bo Kurdan bikin pêwîste vê nekin, li dijî vê bisekinin. Kurd pêwîste ne bihêlin dewlet û ne jî bêhêlin koçber werin li ser milkê wan. Nehêlin ku yên girêdayî AKP’ê yên wek tokî bên di erdê wan de hin bînayan çê bikin. Pêwîste Kurd li hember vê bisekinin, Kurd hemû bi hev re li dij bisekinin. Ne ku tenê yên milkên wan ji dest wan diçe, hemû bi hev re li dij vê bisekinin. Pêwîste hemû Kurd li dijî vê bisekinin û yekîtiya xwe çê bikin. Ji ber ku ev mirina Kurdan îfade dike. Erdogan dibêje ez ê xira bikim, ji nuve ava bikim, ez ê modern bajaran pêş bixim, ev xapandinek mezine, gelê Kurd pêwîste bi van nexapin, her aliyê ve li dij vê bisekine, ji ber ku dema malê wî, bajarê wî, gundê wî xirabe kir, tanlan kir wê demê tiştekî Kurd li holê namîne. Kurd ji çanda wî, nirxên wî qut dike, ji dîroka wî qut dike, cihê ku jiyan dike qut dike. Ev mirina Kurdan e. Bila kes nebêje ku wê tenê li Sûrê ev tiştan çêdibe, li hemû bajaran, li hemû mihleyan, li hemû gundan vê siyasetê dimeşîne, ji nuve dijwaze Kurdistanê dagir bike, dixwazin Kurdistanê temamî bikin tirk, ji bo vê pêwîste her kesek vê rastiyê bibîne, li dijî vê bisekine. Planê Şark- İslahatê tê meşandin. Ev pilan armanca wê ew e ku li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştekî nehêle, Erdogan AKP vê dike. Pêwîste her însanekî Kurd li xwe xwedî derbikeve, li dijî dewletên dagirker faşîst bisekine.
'LI KURDISTANÊ PLANA ŞARQ ISLAHATÊ DI DEWRÊ DE YE'
Ev demeke ku rojevê de ye, AKP- Erdogan kampa ji bo penaberan li Mereşê didin avakirin. Piştî Mereşê niha tê gotin ku wê li Meletî û Sêwasê jî pêk were. Bi taybetî li cihên Elewiyan de kampên wisa ava dike. AKP dixwaze çi bike?
Niha planên ku Erdogan, AKP, dewletê tirk li Kurdistan dimeşîne pilana tunekirina Kurd û Kurdistanê ye. Wexta ku komara Tirkiyê li ser netew dewletê hat avakirin, xwestin ku civakek tirk, netewekî tirk ava bikin. Ji bo vê gotin tek ziman, tek al, tek milet, dewltet, tek welat, ji bo ku bikaribin di her aliyê de tirkan li Tirkiyê hakîm bikin, ên ne tirk hemûyan bi koçberiyê, bi zilmê, bi asîmîlasyonê xwestin ji holê rabikin. Li ser miletên din, olên din, çandên din, ew pêş xistin û di vir de encam girtin. Esas xwestin li ser Kurdan vê bimeşînin, ku bikaribin encam bikirin. Ji ber ku yên li dijî vê disekînî Kurd bûn. Esas pîlanê tunekirinê li ser Kurdan hat pêş xistin û vê planê re jî gotin; ‘pilana şarq û islahat.’ Yanî li gor zîhniyeta dewleta Tirkiyê Kurd ne mirove, eleqeya wan bi mirovahiyê re nîne pêwîste werin islah kirin. Ji xwe navê pilanê jî kirin şarq û islahat. Dest pê kirin, koçberî, qetlîam, asîmîlasyon, qetlîamên çandî fîzîkî hemû pêk ve meşandin. Vê re jî gotin em Kurdan islah dikin. Vana eşqiyane, nayên jiyanê, nayên dîsîplînê, nayên nirxan, derveyê mirovahiyêne, em ji bo wan mirovahiyê dibin. Navê qetlîamê, navê jenosîtê, asîmîlasyonê kirin însaniyet, medeniyet birina Kurdistan. Ku bikaribin her kesekî bixapînin ku kes nikaribe li hember vê bisekine. Di roja me ya îro de jî ev pilan careke din nû kirin, pêş dixin. ji ber ku dema ev pilana Şerq- İslahat pêş xistin, wê demê rewşa Kurdan jî û rewşa dewletên dagirker jî cûda bû. Lê îro bêtir cûdaye, îro têkoşîneke Kurdan heye. Herwiha li gor vê tekoşînê ew jî vê pilanê nû dikin, pêş dixin. Negotin em pilana Şerq- İslahat pêş dixin. Ji ber ku ew deşîfre bûye. Gotin; ‘Em pilana mastir pêş dixin, em modernîzmê pêş dixin. Hin bajar ne modernin, em ê van bajaran xira bikin û ji nûve ava bikin, em ê modern bikin, em ê Kurdan moodern bikin.’ Yanî em ê têxên xizmetê xwe, em ê civaka Kurdan li holê rabikin, belav bikin, tune bikin, em ê têxin xizmeta xwe, kê vê qebûl neke em ê biçin ser û ji xwe diçin ser. Dema ku şerq û islahat pêş xistin yekemîn car li mintiqeya Mereş, Malatya, Elazîz, Dersîm li wê xetê pêş xistin. Ji ber ku ew xet sînorê Kurdistan û Tirkiye ye. Eger ku bixwazin Kurd û Kurdistanê ji holê rabikin. Wê demê pêwîste pişta xwe bidin Tirkiyê gav bi gav li hududê Kurdistan Tirkiye des pê bikin vê planê bimeşînin. Ji bo vê di vir de despê kirin. Ger mirov dîqet bike îro jî dîsa li wir de despê dikin. Li Malatya, Mereş dixwazin pêş bixin. Li dijê wê Kurd, Elewî disekinin. Li Mereşê tenê du cihan Elewî û Kurd mane, Pazarcik û Elbîstan ev li ber xwe didin. Pêwîste hemû Elewî kurd, li Tirkiyê yên sosyalîst, yên demokrat û lîberal her kesek yên li dijî tunekirinê disekine, pêwîste li dijî vê pilanê bisekine. Ji ber ku ev pilan Elewiyan û Kurdan ji holê radikin. Ev pilan di navbera mezhep û olan de şer pêş dixe, ev parçebûnê, şer, tunebûnê pêş dixin. Ev ji bo Tirkiyê, ji bo pêşeroja Tirkiyê felaketê çê dike. Ji ber vê pêwîste kes vê qebûl neke, nebêje tenê li Pazarcik ev pêk tê. Yên ku îro li pazarcik berxwedanê li hember vê pilanê pêş dixe, pêwîste bi berxwedana xwe vê pilanê tune bikin. Nebêjin ger em berxwedanê bikin em ê bên kuştin. Ji xwe ger berxwedanê nekin wê werin kuştin, tune bibin, wê nikaribin jiyan bikin. Ji xwe niha de nikarin jiyan bikin, dema ku bi hezaran yên sûnî, ereb yên di nav wan de DAIŞ, El Nûsra hene,bînin bixin li wê derê wê demê ji xwe wê nikaribin rojekî li wir jiyan bikin. Ger ku berxwedanê bikin, bi berxwedanê dikarin pêşiya wan bigirin, wê bikaribin jiyan bikin. Ji bo wê banga min li Tirkiyê yên xwedî wijdan kê heye, yên ku dibêjin ez demokratim, sosyalîstim, lîberalim, kurd im, Elewîme, ez çerkezim pêwîste hemû li dijî vê pilana şerq û istlahat, pilana mastir bisekinin, ger bisekinin ew dewlet, ew hikimet wê nikaribe vêya wisa rehet pêş bixe, nikare wisa rehet encam bigire. Kurd, Elewî, quwetê demokrasî, yên girêdayî nirxên mirovahiyê wê qezenç bikin. Dibe zehmetiyan bikşînin, berdêlan bidin, lê wê encamek mezin jî bigirin.
'EGER TU BIXWAZE CIVAKÊ TINE BIKE, TU YÊ CIWAN Û ZAROKÊN WÊ CIVAKÊ TINE BIKE'
Bajarên Kurdan ne tenê tên xerakirin. Di heman demê de li gelek bajarên Kurdan eroîn û hin madeyên din hem firotina van û hem jî bikaranîna wan her ku diçe zêde dibe. Di serê van bajaran de Wan heye dîsa li Amedê ev her diçe zêde dibe. Yên ku vê bi kar tînin jî piraniya wan zarok in. Dîsa hin zarokên Sûrê şandin wargehan, kiryarên Weqfa Ensar hê jî di rojevê de ye, gelo ev polîtîkayek bi zanebûne tê meşandin, nifşek çawa dixwazin derbixin holê, mirov vê çawa dikare hilde dest?
Civakek bi zarokan tê nas kirin, qedera civakê bi zarokan tê tayîn kirin. Zarok, ciwan pêşeroja civakê ye, ew civakê dide jiyan kirin, yan jî civakê dikuje, xira dike. Eger dixwazî civakê pêş bixî, ser bixî, tu yê zaroka, ciwana pêş bixî û bi ser bixî. Ji ber ku civak li ser wê jiyan dike, li ser wê bi ser dikeve. Bingehê wê de zarok heye, ciwan heye. Ger ku di civakê de tu bixwazî wê civakê xira bikî, tunê bikî tu yê pêşeroja wê, yanî zarokan, ciwanan tune bikî, xira bikî. Îro dagirker vê siyasetê li hemû beşê Kurdistanê dimeşîne. Ji bo ku bikaribin, Kurd û Kurdistanê ji holê rabikin ku bi navê Kurdan çi zanebûn, rêxistin, têkoşînek nebe, dest avêtine zarokan û ciwanan eroînê di nav wan de pêş dixin, fûhûşê, bêexlaqbûyînê pêş dixin, diziyê pêş dixin, hinek nexweşiya bi rêya dermankirinê pêş dixin. Hinek agahî hene ku tê gotin li hin mintiqeyên Amadê û navendê, derdora navendê, bajarokan, gundan di bin navê ekîbên tenduristiyê de yên ku digerin hin dermanan û derziya li ser gel bikar tînin. Encam de di ciwanan de dibêjin sedî bîst û pênç hepatît B pêş ketiye. Ev cîdiye. Banga min li doxtora, yên ku li ser tenduristiyê disekinin, yên welat parêz, demokrat yên xwedî wijdan, li Amed, bajarokên wê, gundên wê, pêwîste li ser vê esasî lêkolîn pêş bixe. Ev çiqas raste derbixînin holê. Ev ne tesadufin. Ev nexweşiyana li Kurdistanê çawa belav dibin, kê belav dike, pêwîste derbixînin holê. Vê bikin rapor li dinyayê belav bikin. Niha dewleta dagirker bi rastî bi mirovahiyê, bi civakê, bi însan dilîze, bi jiyana civakê û mirovan dilîze. Nexweşiya di nav zarok û ciwanan de belav dike. Fuhuşê, eroînê belav dike, diziyê belav dike, bi vê ya dixwaze zarokên Kurd, ciwanên Kurd bikuje. Ger ev nexwaşiyan di civakê de belav bibe, ew zarokana, ew ciwanana, ew civaka nikare bifikire, nikare ji bo xwe rêxistinê, têkoşînê pêş bixe. Ew bi civakê, bi însan dilîzin, bi jiyana civakê û mirovan dilîzin. Nexweşiya di nav zarok û ciwanan de belav dike. Fuhuşê, erowînê belav dike, diziyê belav dike, bi vê ya dixwaze zarokên Kurd, ciwanên Kurdan bikuje. Ger ev nexwaşiyan di civakê de belav bibe, ew zarokana, ew ciwanana, ew civaka nikare bifikire, nikare ji bo xwe rêxistinê, têkoşînê pêş bixe, nikare li xwe xwedî berbikeve, ew miriye. Refleksê wî ji bo azadî, demokrasî namîne. Dagirker dixwazin refleksê Kurd ji holê rabikin. Ku Kurd nikaribin li dijî wan bisekinin ku ew jî rehet bikaribin asîmîlasyonê, fîzîkî qirkirin û qirkirina çandî encam bigirin. Ji bo vê van pêş dixin. Bi vê civakê dikujin. Dîsa hin zarokên Kurdan dibin li hin cihan cih dikin. Di wan deran de van zarokan hemiyan dikin tirk. Nikare li xwe xwedî derbikeve, ew miriye. Refleksê wî ji bo azadî demokrasî namîne. Dagirker dixwazin refleksê Kurd ji holê rabikin. Ku Kurd nikaribin li dijî wan bisekinin ku ew jî rehet bikaribin asîmîlasyonê, fîzîkî qirkirin û qirkirina çandî encam bigirin. Ji bo vê van pêş dixin. Bi vê civakê dikujin. Dîsa hin zarokên Kurdan dibin li hin cihan cih dikin. Di wan deran de van zarokan hemiyan dikin tirk. Eleqeya wan bi dîroka Kurdan, bi çanda wan û zimanê wan qut dikin. Temamî dikin tirk derdixînin û wan li dijî Kurdan jî dişixulînin. Ji bo ku bikaribin wan zarokanan bikin tirk, îradeya wan wê çawa bişkênin? Bi tecawîza bi heqereta, ku îro li ser zarokan heqeret tecawîz pêş dikevin, ev zanebûn tên pêş xistin. Dîroka Tirkiyê pêwîste mirov baş lîkolîn bike. Di Osmanî de harem hene. Li wir zilaman hadim dikin. Çand û dîrokek wan wisa heye. Dîsa li harema bi awayek fermî fuhuşê pêş dixin. Bi vê îradeyê dişkênin. Bêkesayetiyê pêş dixin. ku bikaribin rehet deshilatiya xwe pêş bixin. Dîsa di osmaniyan de padîşah mirovên xwe zarokên xwe dikujin ku bikaribin îxtîdariyê saxlem bikin, dewlet saxlem bimeşe. Yanî yê ji bo îxtîdara xwe ger dikare zarokên xwe bikuje, dikare hemû civakê jî bikuje. Ev kevneşopiya wan e, çanda wan e. Dîsa ji bo ku gelan bin dest bikin, îradeya wan bişkênin ev jî bi nav û denge qazixa pêş dixin, tecawîza dikin, talana dikin, diçin kuderê wê derê xira dikin ji holê radikin. Bi vêya îradeya dişkênin teslîm digirin. Niha Erdogan jî dixwaze osmaniyên nû pêş bixe, eşkere eşkere diaxive. Mirov li televîzyonê Tirkiyê mêze dike, rojnameyên wan mêze dike, dîziyê wan mêze dike hemû bi navê Osmaniye. Van hemûyan li gor roja îro çê dikin, pêş dixin. Yanî dibêjin dîroka me ew e, çanda me ew e, em berdewamiya wanin. Herwiha ew ji bo xwe vê kevneşopiyê, vê çandê esas digirin. Çawa aqinciya talan dikir, îro jî ew polîsên wan, hêzên taybet nizam di nav de DAIŞ, El Nûsra jî heye. Dikevin kuderê wek akinciya wê derê hemû xira dikin, talan dikin, dişewitînin, kê tê pêş wan, dikujin. Heywana dikujin, mirovan dikujin bi kurtasî tu zindiya nahêlin. Jiyanê li wê derê nahêlin. Vê bi zanebûn dikin, dixwazin çavên her kesî bitirsînin. Îradeya herkesekî bişkênin, bi tirsê, bi xofê dixwazin îradeya herkesî bişkênin. Bi vê awayî bi ser hinekan mesajê didin herkesekî û bi vê awayî herkesekî terbiye dikin. Ji bo ku her kes bikeve xizmeta wan. Siyasetek wisa qirêj dimeşînin. Tu eleqeya vê ne bi îslamiyêtê re heye, ne bi gelê Tirkiyê re heye, ne bi demokrasi, azadî heye û ne bi exlaq heye. Bi giştî dijî hemû nirxane. Ji bo vê pêwîste yên ku girêdayî mirovahiyê, xwedî wijdan li dijî vê siyasetê bisekine. Niha DAIŞ çi dike? Yên di xizmeta Dawutoglu, Erdogan de jî li bajaran vê dikin. Li kobanê çi kirin, li Cizîrê, li Sûr, li Hezex, Nisêbîn heman tiştan dikin. Di nav wan de El Nûsra DAIŞ heye. Ev bi ispate. Niha vê ne em tenê dibêjin, yên ku li Kurdistanê dibêjin em mislimanin, ew bixwe jî vê dibêjin; ‘pêwîste PKK vê bizanibe ku bi navê Îslamiyetê tiştê ku dibin em nînin. Ew Nûsra û DAIŞ’in, li gel El Nusra DAIŞ bi hev re vê tiştê dikin. Ev ispat kiriye. Pêwîste gelê Kurd vê bibîne, yên demokrat vê bibînin. AKP êdî ne AKP’ya berê ye. Ne ya demê avakirinê ye. AKP tersê xwe çêbû, têrsê yên deng danê çêbû. Di nav AKP’ê de înqilap kir. Li Tirkiyê, li ser civakê înqilap kir, li derve dostên xwe nehişt, li Tirkiyê dostê xwe nehişt, di nav AKP’ê de jî yên ku li gel Erdogan AKP damezrand îro li derveyê AKP’ê ne. Li dijî siyaseta AKP’ê ne. Yên di nav AKP’ê de pêwîste vê bibînin, pêwîste nebin şirîkê vê sûcê AKP- Erdogan dikin. Sibê wê hesabên van were pirsîn. Bi vê munasebetê banga min ji bo yên AKP’yî, yên xwedî wijdan pêwîste li dijê vê siyasetê derbikevin, li AKP’ê xwedî derbikevin, li Tirkiyê xwedî derbikevin. Ji ber ku ev AKP’ê jî Tirkiyê jî ber bi felaketê ve dibe. Dibe ku ew ji bo hinekan hin derfetên maddî didin, ji bo ku wan jî bêxin nav sûç, pêwîste kes nekeve nav van sûcan. Kes pêwîste wisa bi navê îhaleya nekeve cihên Kurdan, nebêje ez ê hinek pere qezenç bikim, ez ê di nav van deran de him bînayan çê bikin, ez wan şiyar dikim, pêwîste dev van tiştan berdin, li du madiyetê nebezin, şeref û keremeta xwe, mirovahiya xwe, nefroşin, nebin şîrîkê sûcê Erdogan Davûtoglu, sibe hesabê vê wê giran bidin. Eger naxwazin hesap ji wan bê pirsîn, pêwîste ji van tiştan dûr bisekinin. Bila biçin li Tirkiyê û cihên din ji bo xwe îhaleya bigirin. Bila li Kurdistan bi taybet jî li van bajarên kurd Erdogan-Davûtoglû xera kiriye îhaleya negirin.