2. Kongreya Yekîtiya Parêzerên Rojavayê Kurdistanê destpê kir

Li bajarê Amûdê 2. Kongreya Parêzerên Rojavayê Kurdistanê di bin dirûşmeya 'Bi hev re ber bi avakirina civakeke azad û demokratîk û azad li ser bingeha dadmendiya civakî û nirxên şehîdan' destpê kir.

Kongreya Parêzeran li Hola Melîsa Zagonsaz a li bajarê Amûdê tê lidarxistin. Di Kongreyê de bi dehan endamên yekîtiya parêzeran amade ne. Her wiha mêvanên weke Hevserokatiya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava- Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm û Hediye Yûsiv, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Saroxan û gelek hevserokên desteyan jî amade bûn.

Salona ku kongre lê tê lidarxistin, bi pankartên weke 'Dadmendiya civakî, bingeha pêşxistina federaliya demokratîk e', 'Em bi zihniyeteke bê desthilatdarî û ezezî, dada civakî biparêzin', 'Em bi wijdan û exlaq parastina mafê mirovan bikin', wêneyên têkoşer Mazlûm Dogan û Parêzer Tahir Elçî hatiye xemilandin.

Piştî ku deqeyek rêz hat girtin, Xedîce Îbrahîm, Ebdilrehman Mihemed, Şêrîn Îbrahîm, Şahîn Lalî û Elwan El-Kiûd’, weke endamên dîwana rêvebirina kongreyê hatin hilbijartin.

Kongre bi xwendina belgeya 'Pîşeya parêzeriyê û mafê parastina rewa', dewam kir.

Piştre Hevserokê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava – Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm di kongreyê de axivî.

Selûm di destpêka axaftina xwe de lidarxistina kongreyê li hemû parêzeran pîroz kir û bal kişand ser dijminahiya Erdogan a li sîstema Federaliya Demokratîk. Selûm gotin: "Erdogan vê sîstemê qebûl nake. Ji ber ku ew ditirse ku ev sîstem textê desthilatdariyê yê ku  bi dîktatoriya xwe ava kiriye, tehdît bike."

Selûm di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya beşdariya parêzeran di  nava avakirina sîstemê de û got:  "Divê parêzer bi rengekî aktîf beşdarî avakirina sîstema Federaliya Demokratîk bibin. Pir girîng e em Ii nêrîna parêzeran a di vê mijarê de guhdar bikin."

Selûm bal kişand ser kesên ku li dora rejîma Erdogan kom bûne û got ku van kesan welatê xwe bi dolaran firotiye.

Piştî axaftina Selûm Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed dest bi axaftinê de kir. Kongre bi axaftinan didome.

...