Li Şirnexê şer dijwar bûn, tevgera ambûlansan destpê kir
Şerên li Şirnexê li taxên ku xendek û barîqat lê nînin zêde bûn. Li taxên ku şer lê dijwar bûne jî tevgerek zêde ya ambûlansan heye.
Şerên li Şirnexê li taxên ku xendek û barîqat lê nînin zêde bûn. Li taxên ku şer lê dijwar bûne jî tevgerek zêde ya ambûlansan heye.
Li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiya ya li dijî hêzên Qesrê 32 roj in didome de şer li taxên xendek û barîqat tinene dijwar bûn. Di şerên ku li taxên Gundogdû û Vakifkentê zêde bûne de hêzên Qesrê ji wesayîtên zirxî taxan didin ber guleyan. Hate dîtin ku li avahiyên bilind ên bajêr jî sekvan hatine bicihkirin.
TEVGERA AMBÛLANSAN
Hêzên Qesrê yên hewl didin bikevin taxan jî rastî bersivên tund ên şervanên YPS û YPS-JIN’ê tên. Di encamaê de gelek ambûlans sewqî qada şer hate kirin. Hate dîtin ku ambûlans ber bi Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan ve diçe.
TOP TÊN BARANDIN
Her wiha li ser taxên Bahçelî, Yenî, Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê jî bi tank, top û obusan bomberdûman heye.
Li çoltera bajêr jî tevgera helîkopteran û pêgerên hewayî yên keşfê zêde bûne.