Li dijî operasyonên li hemberî DBP'ê nerazîbûna rêxistinên civakî yên sivîl
Endamên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP'ê dan.
Endamên rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya AKP'ê dan.
Hevseroka Şaxê 1. a Egîtîm-Sen a Amedê Havva Karahanci da xuyakirin, ku bi ew bi fikar operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî DBP'ê dişopînin û got, "Ji ber girtin û binçavkirina endam û rêveberên DBP û KJA'yê, ku ji hefteya derbasbûyî û vir ve tên kirin, em bi fikar in. Ji ber ku qala pêvajoyeke çareseriyê ya 3 salan hat kirin. Civak ket nava pêvajoyeke aram û li bendê bû ku nûnerên wan di vê pêvajoyê de aştiyê mayînde bikin. Lê belê, li şûna ku pêşî li siyaseta sivîl were vekirin, nûnerên gel hatin girtin, tên girtin. Ev yek me dixe nava fikaran. Pêkanînên bi vî rengî wê pêvajoyê bixetimîne, gel ji nû ve bixe nava bêhêvîtiyê û pirsgirêkan bêxist bixitimînin."
Karahanci got, "Em hemû baş dizanin, ev kiryar ji ber pirsgirêka Kurd e. Girîng e desthilatdariya siyasî derhal dest ji van kiryarên xwe berde û pêşî li siyaseta herêmî û nûnerên gel veke. Bi dîtina me, pêkanînên bi vî rengî pêvajoya qutbûna gel ji dewletê kûrtir dike. Ji bo ev pêvajo veguhere pêvajoya aştiyê divê operasyonên qirkirina siyasî derhal bên qedandin."
'HIKÛMETA AKP'Ê HEWL DIDE GELÊ KURD TINE BIKE'
Serokê Komeleya 78'an Ganî Algan jî da xuyakirin, ku ev operasyon bi fermana Serokkomarê Tirk hatine kirin û got, "Ev operasyonên qirkirina siyasî yên niha tên kirin, qat bi qat ji yên cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê xerabtir in. Desthilatdariya AKP'ê bi operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî DBP'ê re dixwaze gelê Kurd tine bike. Li Tirkiyeyê qanûn nema bi cih tên û pêkanînên kêfî serdest in. Gelê Kurd û siyasetmedarên wan, ne gelekî ku ew texmîn dikin e. Nehatine van lîstikên gemarî û nayên. Weke Komeleya 78'an em dixwazin desthilatdariya AKP'ê tavilê dest ji van operasyonên xwe yên qirkirina siyasî berde."
Ganî bang li raya giştî ya cîhanê jî kir û got, "Bila ti kes li pêşberî van qirkirinên siyasî yên desthilatdariya AKP'ê bêdeng nemînin. Bi awayekî topyekûn êrîş li hemberî gelê Kurd tê kirin û ev yek zerareke mezin dide Rojhilata Navîn. Girîng her kes, hemû hêzên demokratîk nerazîbûnên xwe nîşan bidin."