Ji Cehat ê 10 salî banga piştevaniyê
Cehat Bakiray ê ji Dêrsimê yê 10 salî, li dijî polîtîkayên qetlîamker ên AKP/Qesrê banga piştgiriyê kir. Cehat got, "Ez naxwazim ti ji hevsalên min bimirin."
Cehat Bakiray ê ji Dêrsimê yê 10 salî, li dijî polîtîkayên qetlîamker ên AKP/Qesrê banga piştgiriyê kir. Cehat got, "Ez naxwazim ti ji hevsalên min bimirin."
Tevî berxwedana li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û gelemeperiya Kurdistanê, bangên ji bo piştgiriyê jî dewam dikin.
'EZ NAXWAZIM ZAROK BIMIRIN'
Cehat ê 10 salî got, "Min xerciyên xwe yên sê mehan da hev. Dem min li nûçeyên televîzyonê temaşe kir, min biryar da vê bikim. Di televîzyonê de gava min zarok dît, gelekî pê êşiyam. Ewilî ez fikirîm bê dikarim çi bikim. Piştre min biryar da xerciyên xwe bidim hev. Min ji bavê xwe re ev nêrîna xwe got û wî jî destek da min. Ya ji destê min dihat ev bû. Naxwzim zarok bimirin. Mafê her mirovî heye ku bijî."
Cehat bang li hevsaliyên xwe kir û got, "Min ji bo zarokên Sûr û Cizîrê xerciyên xwe da hev. Divê em hemû zarok xerciyên xwe bidin ser hev, ji ber ku em siberoj in."
BI PÊŞENGIYA ŞERADARIYÊ, KAMPANYAYÊ PIŞTGIRIYÊ
Li aliyê din kampanyayên piştgiriyê yên bi pêşengiya Hevserokatiya Şaredariya Dêrsimê dewam dikin. Alîkarê Hevşaredarên Dêrsimê û Nûnerê Komeleya Rojava yê Dêrsimê Îbrahîm Kasûn diyar kir, ku wan heta niha barê 2 qemyonan xwarin-kinc û barê qemyonekê jî Ava Mûnzûrê şandine herêmê.
Kasûm da xuyakirin, ku karê wan ê berhevkirina alîkariyê dewam dike û got, "Em bang li gelê xwe dikin, ku vê piştgiriyê xurtir bike, bidomîne û destekê bide kampanya piştgiriyê."