Aşan ê li Geverê hat qetilkirin spartin axê

Yûsûf Aşan ê li Geverê bi gulereşandinê hat qetilkirin, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Yûsûf Aşan (46) ê ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, spartin axê. Cenazeyê Aşan ji Saziya Tib a Edlî ya Erzîromê vê sibehê anîn Colemêrgê. Aşan li Goristana Serê Solan hat definkirin. Hevserokê Bajêr ê HDP'a Colemêrgê Metîn Besî, nûnerên MEYA-DER'ê û gelek welatî tevlî merasîma cenezayî bûn. 

Hate diyar kirin ku Aşanê bavê 7 zarokan e, li mala xwe ya Taxa Ormanê ji pê, zik û sînga xwe ve hatiye birîndar kirin û jiyana xwe ji dest daye. 

Piştî merasîma cenazeyê girse çû mala şînê ya li taxa Bulakê. 

...